Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin 2021-06-16 16:03:27     NAVENDA NÛÇEYAN – Ji rêveberên YNK’ê Bilêse Cebbar Ferman, diyar kir ku PDK hewl dide bi ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve şer û ev tişt got: “Em parçeyekî hikûmetê ne û şer red dikin.    Bilêse Cebbar Ferman ku ji rêvebriyên Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) ye, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de li Hewlatiyê daxuyanî da. Ferman, diyar kir ku heke xwekujî dest pê bike wê YNK ji hikûmetê vekişe û wiha got: “Ne tenê YNK, heke tiştek wiha bibe  divê hemû alî ji bo pêşîgirtina vê întiharê vê bikin. Qendîl têk naçe. Dema ku em li Qendîlê bûn BAAS’ê hemû hêza xwe derbasî wir kiribû lê dîsa jî neket.”   ‘EM ŞER RED DIKIN’   Di berdewamê de Ferman, da zanîn ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hewl dide bikeve şer û ev tişt gotin: “Em parçeyekî hikûmetê ne û şer red dikin. Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin.”   ‘DIVÊ IRAQ HELWEST NÎŞAN BIDE’   Derbarê berpirsyariya YNK’ê ya operasyonê de jî Ferman ev nirxandin kir: “Kes nikare berpiryariya xwe veşêre. Lê zelal e ku li sînorên ku PDK berpirsyar e dibin. Berpirsê yekemîn PDK ye. Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike. Sînoran derbas dike û gundiyan dike hedef. Li dijî vê destdirêjiya Tirkiyeyê divê Parlamentoya Iraqê helwest nîşan bide. YNK ne berpirsê êrişên Tirkiyeyê ye. Em ji hebûna hêzên beyanî bifikar in.”