KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-06-16 16:44:50   RIHA - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên şaxên sendîkayan ên KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kirin û wiha gotin: “Malbat 100 roj in ligel hemû zextan, bi enyad lêgerîna xwe ya edaletê didomîne.”   Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), serdana Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 100’emîn de çalakiya “Nobeta Edaletê” didomîne kir. Şandeya ji Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Îlhan Yîgît, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Azîz Ozkan, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Îkram Atabey, Endamê MYK’ê yê Haber-Sen’ê Sabrî Gunduz, Endamê MYK’ê yê ESM’ê Hamît Cansever û Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê beşdarî serdanê bûn. Malbata Şenyaşar, şande bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazim” pêşwazî kir.    BOZGEYÎK: WÊ BIKEVE DÎROKÊ   Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk bi dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar re axivî û têkildarî serdana xwe de wiha got: “Em ji bo serdana nobeta we ya edaletê hatin Rihayê. Ligel ku komkujî hat kirin jî malbat 3 sal in têkoşîna edaletê didomîne. Li ser dosyaya wan zextekî siyasî heye. Malbat 100 roj in ligel hemû zextan, bi enyad lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Wê lêgerîna malbatê ya edaletê bikeve dîrokê. Em ê rex malbatê bin.”   Bozgeyîk û kesên pê re pişt re bi malbatê re demekê nöbet girtin. Di vê navberê de dayika Emîne Şenyaşar lorand û her kes xemgîn bû. Piştî nobetê serdana rêveberên KESK'ê bi dawî bû.