Rojnamevan Gezgîn hat girtin 2021-06-16 18:58:21   WAN- Rojnamevan Lokman Gezgîn hat girtin. Gezgîn ji bo aşî bibe çû nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê polîsan Gezgîn binçav kirin û piştî îfadeyê ew girtin.   Îro danê sibehê rojnamevan Lokman Gezgîn ji bo aşî bibe çû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê polîsan ew binçav kir. Bi hinceta derbarê wî de cezayek heye ew binçavkirin û piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ew birin Edliyeya Wanê.    Piştî îfadeya li edlîyeyê Gezgîn hat girtin û ew şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê.