6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-06-17 08:34:57 ENQERE - 6 kesên ku beşdarî daxuyaniya salvegera Berxwedana 15-16’ê Hezîranê bûn û bi lêdanê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Rêxistinên ked û karkeran, rêveber û endamên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera Berxwedana 15-16’ê Hezîranê, li ber Peykera Madencî ya  li Kizilay a Enqerê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan êrişî wan kiribûn û gelek kes binçav kiribûn. Kesên di mudaxileya polîsan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Dûre Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak jî di nav de 6 kes hatibûn biçavkirin û biribûn Miduriyeta Polîsan a Enqerê. 6 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin, dûre serbest hatin berdan.     Navê kesên hatin berdan wihane: Vezî0r Coşkun Parlak û Songul Dogan, Dogucan Adiyaman, Alî Îmran, Mehmet Zekî Gonuldaş û Çagla Bakir.