180 pêşmergeyan çekên xwe danîn 2021-06-17 08:42:05 NAVENDA NÛÇEYAN - 180 pêşmergeyan bertek nîşanî PKD’ê ya ku beşdarî operasyonên Tirkiyeyê bû dan û çekên xwe danîn.   Bertek û nerazîbûnên li dijî tevlîbûna PDK’ê ya operasyonên der sînor ên Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibin. Yek bertek jî, ji pêşmergeyên li ser kar û peywira xwe bûn, hat. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn. Hat hînbûn ku 180 pêşmergeyên li Kampa Perwerdê ya Etrûşê ya girêdayî bajarê Dihokê diman gotin: “Em ê li dijî gerîla şer nekin” û çekên xwe danîn.