ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-17 09:00:28 * Li Îranê sibê hilbijartina serokkomartiyê ye. Rojnamevan Peyman Aref, rewşa Îranê nirxand û anî ziman ku dê piraniya gel neçe ser sindoqan.  * Li Rihayê polîsan avêtibû ser mala penaberan. Di avêtina ser malê de tecawizî jinekê kiribûn û 2 jin jî taciz kiribûn. Çendî ku DNA li hev derketin û mexdûran îfade da jî, beraet kirin.    * Zennûre Yuce behsa keça xwe Sema Yuceyê kir û got: "Niha jî dibêjim xwezî 3 zarokên min ê din jî wekî Semayê hebûna û ji bo azadiya gelan bixebitiyana."    * Ercan Altûntaş ku tiştên di rê de hatine serê penaberan xêz dike, got: "Heger li welatekî demokrasî, hiqûq û aborî tune be, her kes penaber e."    * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de, hêzên li herêmê peywira cerdevantiyê dane PDK'ê û ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên kurdan kir.   * Çalakiya nobetê ya Malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 101'emîn de berdewam bike.    * KCD, TJA, DBP û parlamenterên HDP'ê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê li Kuçeya Hunerê ya Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê têkildarî endamên xwe yên di binçavan de li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (17.00)