Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye 2021-06-17 09:05:32 WAN - Li Îranê sibê hilbijartina serokkomariyê ye. Rojnamevan Peyman Aref, rewşa Îranê nirxand û anî ziman ku dê piraniya gel neçe ser sindoqan.  Li Îranê, sibê hilbijartina serokkomariyê ye. Konseya Qanûnçêkeran a Qanûna Bingehîn, ji 592 serlêdanan tenê namzetiya 7 kesan qebûl kiriye. Ji van kesan 5 jê mihafizekar in û 2 jî reformîst in.    Rojnamevan Peyman Aref, rewşa heyî ya Îranê û girîngiya hilbijartinê nirxand.    Aref, da zanîn ku Konseya Qanûnçêkeran a Qanûna Bingehîn ji meclîseke 12 kesan pêk tê û ji vana 6 jê ji aliyê Alî Hameley ve hatine tayinkirin. Aref, bilêv kir ku ji ber vê dê ev hilbijartin hilbijartineke organîzekirî be û got: "Tenê hiştin heft kes bibin namzet. Ayetûllah Humeynî li ser darazê ye û kesekî extiyar e. Wisa tê gotin dixwazin Îbrahîm Reîsî bê şûna Humeynî. Yanî konseyê wesfeke siyasî neda kesekî ji hêla reformîst. Gel û derdora reformîst piştgiriyê dide Abdûlnasir Himmetî."    Aref, anî ziman ku dê piraniya gel neçe ser sindoqan, ji lew re namzetiya gelek kesan nehat qebûlkirin. Aref, diyar kir ku kesên potansiyela wan a rayan zêde bû daxilî nav namzetiyê nehatin kirin û ev yek li welêt bûye cihê nîqaşan. Aref got: "Hilbijartin çi qasî demokratîk be, baweriya bi hilbijartinê û beşdarbûyîn jî dê ew qasî zêde be. Ev taybetmendiyên hilbijartineke demokratîk in. Ev mesele, li Tirkiyeyê jî heye. Di sala 2018'an de rayên sexte hatin nîqaşkirin. Bikaranîna dengên bêzerf mînakek e. Gava hûn ji hilbijartineke demokratîk dûr bikevin, dê baweriya gel bi hilbijartinê neyê û dibe ku hilbijartinek bê tamûlkirin, du hilbijartin bên tamûlkirin lê dê ya sisêyan bê boykotkirin. Niha zêde zêde bangawaziyên ji bo boykotkirinê tên kirin. Hêla muxalif du stratejiyan bi kar tîne. Dibêjin heger hilbijartin ji bo biserketina Reîsî hatibe amadekirin, nexwe em raya xwe bidin Hîmmetî.' Tew dibêjin 'heger li ber Reîsî êzingekî hişk jî hebe, em ê biçin raya xwe bidin wî êzingî.' Stratejiyek bi vî rengî heye. Stratejiya duyem jî, 'Ne rast e em tevli hilbijartineke wiha bibin.' Gelek kes wisa dibêjin. Tevgera boykotkirinê, tevgereke pir xurt e."    ROJEVA SEREKE SIYASETA DERVE YE   Aref, destnîşan kir ku mijara ku hilbijêrên Îranê pir li ser disekinin jî krîza aborî ye, ji lew re piştî mueyîdeyên DYA'yê dibe ku li welat pirsgirêkeke wisa rû bide. Aref şerê di navbera Îran û DYA'yê de jî wekî "şerê aboriyê" pênase kir û got: "Meseleya herî girîng, heta ji aboriyê jî girîngtir, sozên namzetan a ji bo siyaseta derve ye. Reîsî, niha peymanên nukleerî naxwaze û DYA'yê wekî 'şeytan' bi nav dike. Bi feraseta 'Ne pêkan e em û Rojavayê li heman cîhanê bi hev re bijîn' tevdigere. Hîmmetî jî dibêje, 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Joe Biden re bikim û ez ê li her derê cîhanê hevdîtinê bi mirovan re bikim.' Li gel peymanên nukleerî ye. Yanî dixwaze meseleya Îranê û DYA'yê çareser bike. A rast sozên namzetan ên ji bo siyaseta derve, asas sozên ji bo aboriyê ne."    MA / Dîndar Karataş