Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin 2021-06-17 09:05:33 NAVEND NÛÇEYAN - Li Rihayê polîsan avêtibû ser mala penaberan. Di avêtina ser malê de tecawizî jinekê kiribûn û 2 jin jî taciz kiribûn. Çendî ku DNA li hev derketin û mexdûran îfade da jî, beraet kirin.  Di 24'ê Sibata 2019'an de 4 polîs avêtibûn ser maleke penaberan. Di avêtina ser malê de tecawizî H.H.'ya sûriyeyî kiribûn û M.D. û xwişka wê F.D. jî taciz kiribûn. Piştî ku M.D.'yê di 27'ê Sibata 2019'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû, bûye aşkere bûbû. Piştî îfadeyê derbarê polîs B.G., A.O., M.K.Ş. û H.Y.Y. û kesê sivîl Î.H.P. doz hatibû vekirin û B.G. hatibû girtin û kesên din jî bi awayekî negirtî dihatin darizandin. Çendî ku DNA li hev derketin jî dadgehê derbarê sûcdaran de biryara beraetê da.   Jina penaber M.D. ya 27 salî, di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de destnîşan kiribû ku di 24'ê Sibata 2019'an de saet di 02.00'yê şevê de li navçeya Eyyûbiyeyê mêvanê mala xaltîka xwe H.H. bûye. M.D., diyar kiribû gava li mala xaltîka xwe bûye derî lê ketiye û ên li derî xistine gotine "polîs, derî vekin" û paşê kesên çekdar ketine hundir. M.D., di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku polîsên ketine hundir çek spartine serê kurê xaltîka wê A.A.M. û polîsê komîser A.O. wê biriye odeyeke din û jê re gotiye "Em li te digerin, pasaport û nasnameya te sxete ye. Heger tu bi ya me nekî, tu yê ji ber tiryakê 15 salan di girtîgehê de bimînî.'" M.D., diyar kiriye ku bi vî awayî polîs ew taciz kiriye û komîser rahiştiye telefona wê û pê telefonî ya xwe kiriye û bi vî awayî hejmara telefona wê tomar kiriye û paşê telefonê wî kiriye, lê ji tirsa telefon venekiriye.    M.D. di îfadeya xwe de aniye ziman ku paşê polîs M.K.Ş. û polîs B.G. hatine odeyê û ew taciz kirine. M.D.'yê li qereqolê her sê polîs teşxîs kirine.    TECAWIZÎ WÊ KIRIN    H.H. ya penaber a 43 salî jî di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de aniye ziman ku polîsan zarokên li malê xistine odeyekê û kesekî jî M.D.'yç birine odeyekê, lê deriyê odeya ku M.D. birine nîvî vekirî bûye û kesê wç biriye odeyê dest daye mil û nav milên M.D.'yê. H.H.'yç di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku kesê gotiye navê wî Hakan e (polîs B.G.) wê jî biriye odeyeke din û jê doza tiştina kiriye. H.H., diyar kiriye ku wê ji polîs re gotiye zarok û neviyên wê hene, lê polîs tecawizî wê kiriye.    H.H. li qereqolê teşxîs kiriye ku polîsê tecawizî wê kiriye û jê re gotiye navê wî Hakan e, B.G. bûye.    GEF LÊ XWARIN    Xwişka M.D.'yê F.D. ya 22 salî jî di îfadeya xwe ya 16'ê Adara 2019'an de diyar kiriye ku polîs B.G. wê biriye odeyeke din û li vir ew taciz kiriye. F.D., bilêv kiriye ku paşê kesê gotiye ji Hatayê ye jî ew taciz kiriye û van kesan gef lê xwarine û jê re gotine tu yê 15 salan di girtîgehê de bimînî.    F.D. jî li qereqolê teşxîs kiriye ku yê ew taciz kiriye polîs B.G. bûye.    Keça H.H.'yê M.A.M. ya 27 salî jî di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de kesî tiştek pê nekiriye û polîsan wan xistine odeyekê û 2 saetan di wir de hiştine û jê re gotine divê tiştekî ji kesî re nebêjî, yan na dê ew jî wekî M.D. ji ber tiryakê bê girtin.    Kurê H.H.'yê A.A.M. jî di îfadeya xwe ya 15'ê ADara 2019'an de anî ziman ku polîsekî çek spratiye serê wî û polîsekî keça xaltîka wê M.D. biriye odeyekê û kesekî din jî dêya wê biriye odeyeke din. A.A.M. jî li qereqolê teşxîs kiriye ku yên hatine mala wan B.G. û H.Y.Y. bûne û giliyê wan kiriye.    YEK JÊ HAT GIRTIN   M.D., H.H., F.D û A.A.M 4 jê polîs giliyê 5 kesan kirine. Serdozgeriya Komarê jî derbarê polîs B.G., A.O., M.K.Ş. û H.Y.Y. û kesê bi navê Î.H.P. îdianame amade kiriye û ji van kesan B.G. di 17'ê Îlona 2019'an de hatiye girtin.    Di 25'ê Tîrmeha 2019'an de raporek hatiye amadekirin û di vê raporê de hatiye tespîtkirin ku li ser kincên H.H.'yê nimûneya DNA'ya polîs B.G. hatiye tespîtkirin. Polîs B.G. jî di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku bi "rizaya" H.H. li nav erdekî beyar tiştekî wiha kirine.    BERAET KIRIN    Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê di danişîna 30'yê Çileya 2020'î de derbarê B.G. de biryara beraetê da.    MA / Bariş Polat