Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê 2021-06-17 09:08:37 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de, hêzên li herêmê peywira cerdevantiyê dane PDK'ê û ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên kurdan kir.  Operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê Nîsanê ve didome. Piştî ku PDK jî daxilî nav operasyonê bû, li herêmê rageşiyeke mezin rû da.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, operasyona derveyî sînor, polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê herêmê de, helwesta PDK'ê û pêwendiya qewimînên li herêmê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.    'PDK CERDEVANÊ LI KURDISTANÊ YE'    Aydenîz, bertek nîşanî PDK'ê da ku li Zap, Metîna û Avaşînê li kêleka TSK'ê cih girtiye û PDK'ê bi hevkarîtiyê tawanbar kir. Aydenîz, PDK'ê wekî pergaleke astengiyê datîne ber destkeftî û mafên gelê kurd û "Kurdistan ne di etra wê de ye" pênase kir û got: "Tirkiye, serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dersim û yên din ku ji bo maf û destkeftiyên gelê kurd hatibûn destpêkirin, bi hevkariyê tepisand. Tirkiye 40 sal in li gel ev qas polîtîkayên xwe yên şerê taybet û rêbazên xwe jî, pêş neket. Armanca wê ya niha jî kurdan bi destê kurdan qir bike û destkeftiyên kurdan ji holê rabike. Cihê ku niha PDK lê ye, ne cihekî 'Kurdistanî' ye. Cihê ku PDK niha lê ye, cerdevantiya li Bakurê Kurdistanê ye. Rola cerdevantiyê dilîze. Çawa li vir kurd kirin cerdevan û bi destê wan kurdan dikujin, li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt bi destê PDK'ê tê kirin."    Aydenîz, diyar kir ku Tirkiye di her warî de qels bûye û niha hewl dide bi destê PDK'ê xwe ji vê xelas bike û got: "Tirkiye, dixwaze bi destê kurdan kuştina kurdan, xwe ji vê bêçaretiyê xelas bike. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê diçe nav sînorên xwe Mîsakk-î Mîlliyê. Devlet Bahçelî ji bo Mûsil û Kerkûkê hejmara plakeyan a 81, 82 û 83 da. Wateya vê ev e. Niha pir aşkere ye ku şer tenê ne bi PKK'ê re ye. Gava em operasyonên siyasî yên Tirkiyeyê, qeyûman, polîtîkaya tecrîdê, dagirkerî, talan, komkujî û guherandina demografiyê ya li Efrîn û Girê Spî û pêvajoya referandûma 2017'an bi hev re binirxînin, dê baş bê dîtin ku şerê niha ne di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Şer bi destê hêzên hegemonîk ji bo tasfiyekirina kurdên azad tê kirin. Şer li hemberî tevahiya Kurdistanê ye."    ‘PDK, XIZMETA PÊŞEROJA GELÊ KURD NAKE'    Aydenîz, destnîşan kir ku gelê Başûr, partiyên siyasî û rûspiyên herêmê jî li dijî vî şerî ne, lê yê li gel şer xwedî helwest e tenê PDK ye ku ji bo berjenwendiyên malbata xwe tevdigere. Aydenîz, anî ziman ku têkiliyên PDK yên bi Tirkiyeyê re xizmeta pêşeroja gelê kurd nake.     BANGAWAZÎ JI BO TIFAQEKE NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK    Aydenîz, bibîr xist ku ji bo pêşîlêgirtina şer ji Ewropa jî di nav de ji gelek deveran nûner dane ser rê, lê belê PDK'ê ew asteng kirine û heger di navbera PDK û PKK'ê de şerek biqewime dê destkeftiyên kurdan sedsal paş de biçin. Aydenîz, destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî vê xwedî helwest be û got: "Divê kurd bêdeng nemînin. Ji lew re gelê kurd bi taybetî di vî 40 salên dawî de, bedêlên pir giran dan. Heger kurd bi awayekî topyekûn tênekoşe, dê sedsalên din jî paş de biçe."    'DENGÊ OCALAN'    Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku tecrîd di vê serdemê de pir giran bûye. Ocalan got: "Baş dizanin heger niha Birêz Abdullah Ocalan tiştekî bibêje, dê gelek derdor bandor jê bigirin. Lewma dewlet di tecrîdê de israr dike. Tirkiye gava bê hesabê wê deriyên Îmraliyê vedike. Lê niha pêdiviya Tirkiyeyê bi şerekî di navbera kurdan de heye. Ji ber vê di tecrîdê de israr dike. Baş dizanin dê her kes bi gotineke Ocalan helwesta xwe nîşan bide û dê li gor wê hereket bike. Gelê kurd, bi têkoşîna xwe gihaye xaçerêyekê û ev xaçerê ancax dê bi şikandina tecrîdê re bê dersbakirin.    ‘ROL Û RISTA OCALAN'    Heger tecrîd bê şikandin dê destkeftî jî mayinde bibin. Heger tecrîd bê şikandin û dengê Ocalan bigihê tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn, dê PDK û partiyên din jî ji van kêmasiyan xelas bibin. Rola Ocalan, hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e. Lewma divê her kes ji bo şikandina tecrîdê tevbigere."    MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek