Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye 2021-06-17 09:50:25   ENQERE – Ji parêzerên Doza Kobanê Cahît Kirkazak, diyar kir ku “pergala yek zilamî” li eywana dadgehê dîtine û wiha got: “Heke pêvajoya darizandinê bi serkeve wê ji niha şûnde qanûn jî nebe.”   Sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahhatîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja çaremîn de didome. Danişîna ku ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin bi parastina parêzeran berdewam dike. Di danişîna ku tê payîn sibê neyê dîtin de ji ber mudaxaleyên ku timik li parêzeran tên kirin dem deman tansiyon bilind dibe.     ‘DOZA TOL HILDANÊ’   Ji parêzerên Doza Kobanê Cahît Kirkazak, darizandin û helwesta dadgehê nirxand. Parêzer Kirkazak, diyar kir ku armanca Doza Kobanê tasfiyekirina HDP’ê ye û wiha got: “Doz ji bo “tolhildanê” hatiye vekirin. Di doza kûmpasê de ne hiqûqa navxweyî ne jî hiqûqa navneteweyî esas tê girtin. Bi taybetî jî hiqûqa navneteweyî esas nagirin. Em vê û pergala yek zilamî li eywana danişînê dibînin. Me digot, ‘ev darizandineke siyasî ye lê êdî ev darizandin bûye darizandineke qebe û zordariyê’. Ev pêvajoyeke nû ya darizandinê ye. Heke pêvajoya darizandinê bi serkeve wê êdî qanûn jî nebe.”   TEHLIYE   Parêzer Kirkazak, tehliyebûna Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen kesên pê re jî weke hêvî nirxand û derbarê mijarê de ev şîrove kir: “Tehlibûna hevalên me gelek binirx e. Hinceta vê tehliyeyê ji bo me girîngtir e. Di hinceta tehliyeyê de ‘rewşa guhertina wesfa sûc’ hebû. Dema ku dosyayên Kobanê hatin amadekirin bi xala “tehrîqkirina gel a kîn û neyartiyê” hatibûn vekirin. Pişte re ji bo ku Selahattîn Demîrtaş neyê berdan ev girtin çarçoveya TMK’ê jî.  Heyeta dadgehê alîgir tevgeriya be jî di ferqê de ye nikare hevalên me yên siyasetmedar  sûcdar bike. Em li bendê ne ku berdewama tehliyeyan bê.”   RAYE DANE SAZIYA GOŞT Û ŞÎR   Di berdewamê de Kirkazak, da zanîn ku dadgehê rayeya pirs pirsînê daye kesên ku nediyar in gazindker in an na û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Saziya Goşt û Şîr di danişînê de pirs dike. Derbarê esasa dosyayê de pirsan pê didine pirsîn. Ji vê wêdetir didine zorê ku nêrînê aşkera bike. Dibêjin ‘Tê di vê mijarê de çi difikirî? û ji bo vê tweetê çi difikirî?’. Em wiha difikirin; naveroka dosyayê vala ye û tu wesfeke wê tuneye. Ji ber ku delîl tune ne dixwazin bi nêrînên muwekîlên me delîlan çêbikin.”