Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin 2021-06-17 10:31:27   ENQERE – Bi teklîfa qanûna li Meclîsê hat pejirandin wê nameyên giriyan dikaribin werin desteserkirin û axaftinên wan telefonê dikaribin werin qeydkirin.    Qanûna Derbarê Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlehiyê û Teklîfa Qanûna Têkildarî Guhertina Hin Qanûnan li Desteya Giştî ya Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê hat pejirandin. Piştî pejirandina qanûnê dê biçe ber destê Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û piştî ew erê bike dê bi awayek fermî were weşandin.    Li gorî qanûnê; desteyên şopandinê wextê girtî tên neqilkirin, wextê li avahiyên edliyeyan tên sekinandin an jî dem ali nexweşxaneyan tên tedawîkirin wê dikaribin wan bibînin, rewşa wan lêkolîn bikin û ji rêveber û wezîfedaran dikaribin agahî werbigirin û li girtiyan guhdar bikin.    NAME DÊ WERIN QEYDKIRIN    Name, faks û telgrafên ji girtiyên ku ji sûcên “avakirin, rêvebirina rêxistinê, endamtiya rêxistinê û di çarçoveya xebatên rêxistinê de sûcên hatine kirin” wê bi awayek dîjîtal dikaribin werin qeydkirin û bi awayek fizikî werin desteserkirin û veşartin. Her wiha hevdîtinên girtiyan ên bi malbatan re û axaftinên telefonan ên girtiyan jî dê dikaribin werin guhdarkirin û qeydkirin.    Bi vê guhertina qanûnê re girtiyên ku ceza li wan hatiye birîn wê dema hevdîtina wan ji saetekê derxin saetek û nîvê.