Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin 2021-06-17 11:29:55   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku di Komîsyona Pêşîlêgirtina Tundiya Li Dijî Jinan a Meclîsê de, bertek nîşanî pêşkêşiya şêwirmendê şerê psîkolojîk ê SADAT’ê Nevzat Tarhan da bû,  wiha got: “Yên ku şêwirmendiya şerê psîkolojîk dikin, nikarin tundiyê çaredar bikin.   Ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê ku bi armanca lêkolînkirina hemû aliyên sedemên tundiya li dijî jinan û diyarkirina tedbîrên hatine girtin hat damezrandin, şêwirmendê şerê psîkolojîk ê Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Pîşesaziya Avahî ya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT) ku bi şandina çekan ji bo komên çete yên li Sûriyeyê di rojevê de ye Nevzat Tarhan bang kirin, bû sedama bertekan.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a di komîsyonê de cih digire, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi parvekirina “Ji bo komîsyona pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan, bangî şêwirmendê şerê psîkolojîk ê SADAT’ê Nevzat Tarhan kirin mijara mereqê ye. Gelo pisporekê şerê psîkolojîk, dikare çawan bibe alîkarê pêşî lêgirtina tundiya zilamekê?” bertek nîşan da.   EV NE TESADUFE   Guzel, da zanîn ku tundî û şer hevdû xwedî dikin û wiha got: “Em nafikirin ku bangkirina vî kesî tesaduf be. Dixwazin malbatan kevneperest bikin û bixin xizmeta desthilatdariyê. Di vê pêvajoyê de tiştek wiha kirin, manîdare. Wê li aliyekê pêwirmendiya şer bikin û li aliyê din jî hewl bidin tundiya li dijî jinan çareser bikin. Ev yek dûrî hişmendiyê ye. Şer û tundî hev xwedî dikin. Ji ber vê Nevzat Tarhan weke pispor guhdar kirin, xetayek mezine. Me bi navê jinan bertekên xwe anîn ziman. Ji vir û şûnde jî emê bertekên xwe binînin ziman. Emê têkoşîna xwe ya parastina Peymana Stenbolê, li dijî şer û tundiya li ser jinan derketin dewam bikin.”    BANG LI SAZIYÊN JINAN KIR   Guzel, banga hestiyariyê li saziyên jinan kir û wiha bi dawî kir: “Hewl didin bi komîsyona li dijî tundiyê hatiye avakirin, têgîna ku desthilatdarî li dijî tundiyê têdikoşe ava bikin. Saziyên jinan, akademîsyen û aktîvîstên jinan ên ku me xwest em ji bo komîsyonê werin vexwendin, nehatin vexwendin. Piraniya kesên ji bo komîsyonê bangî wan hatin kirin kes û saziyên nêzîkê hikûmetê ne. Hemû kesên tên jî, dibêjin, ‘li welat her tişt başe û li dijî tundiyê têkoşînek baş heye.’ Rastiyek wiha heye yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin.”