Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin 2021-06-17 11:30:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selehedîn Mihemed Bahedîn,  derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê de axivî û got ku Dibe di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin.   Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selehedîn Mihemed Bahedîn,  duh li baregeha partiya xwe ya li Silêmaniyê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Selehedîn Mihemed Bahedîn, diyar kir ku şêwaza desthilatdariya li Herêma Kurdistanê gelek tevlîhev û aloz bûye û wê di rêveberiyê de guhertinên bi lez rû bidin.    Bahedîn, li ser metirsiya derketina şerê navxweyî yê kurdan jî ev tişt got: “Têgihîştin pirsgirêkên siyasî li ser asta herêmên cîhanê bi giştî ji bo çareserkirina pirsgirêkan faktorên bi bandor in. Wê şerê di nava kurdan de jî encamek metirsîdar be.”