Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne? 2021-06-17 11:35:21   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê ‘Nobeta Edaletê’ digire ev bang kir: “Em ji bo 3 mirovên ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin ‘Edaletê’ dixwazin. Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?”   Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 101'emîn de didome. Weke her roj dayik û kurê xwe bi destpêka mesaiyê hatin pêş Edliyeya Rihayê û bi vekirina dowîza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlementer heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya xwe kirin.    Malbata Şenyaşar ku nobeta xwe li ser pêyarêya weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” bi nav kiriye didomîne, ji welatî û parêzerên tên û diçin edliyeyê re têkoşîna xwe ya edaletê vegot. Dema ku çalakiya nobetê berdewam dikir li ser hesabê twîtterê yê malbatê, hesabên Wezareta Dadê, Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK), Miduriyeta Polîsan a Rihayê û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn hatin etîketkirin û ev peyam hat parvekirin: “Dozger weke ku qenciyê li me bike bibêje ‘derveyî edliyeyê rûnin em tevlî we nabin.’ Em nehatine ku li vir rûnin! Em ji bo 3 mirovên ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin ‘EDALETÊ’ dixwazin. Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?”