Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî 2021-06-17 11:42:08   XARPÊT - Li Çiyayê Gorseyê yê di navbera Amed û Xarpêtê de piştî operasyona leşkerî şewat derketibû û dar û berên li wê herêmê hemû şewitîn û welatiyan got dilê wan şewitî ye.   Li herêma gundê Pîrajma ya bi ser navçeya Pîrana Amedê ve di 1’ê hezîranê de operasyona leşkerî bi dawî bûbû. Li devera Çiyayê Gorse ya dikeve navbera Pîran û Xarpêtê şewat derketibû. Şewatê 13 rojan dewam kir û tu kesî mudaxile nekiribû. Bi bandora bayê re şewat heta gundên bi ser navçeya Miyaran a Xarpêtê ve belav bûbû. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku piştî helîkopteran deverê bombebaran kirine şewat derketiye.      ‘HERÊMA BITALÛKE!’    Şêniyên gundên bi ser navçeya Pîranê ve li rayedaran geriyan û xwestin şewat were vemirandin. Rayedaran gotiye “Titşek em bikin tune ye” û bersiva gundiyan dane. Welatiyên wan gundên derdorê ku xwestin mudaxileyê şewatê bikin jî ji aliyê leşkeran ve bi hêceta “herêma talûke ye” hatin astengkirin. Tevî astengiyan jî welatiyan mudaxileyî şewatê kir lê nikaribûn şewatê kontrol bikin. Di 13 rojan de li Çiyayê Gorseyê dar û ber û zindawer şewitîn û devera şewatê veguherî xweliyê.    Welatiyan bi darê zorê şewata ku 13 rojan dom kir kontrol kirin û vemirandin. Gundiyan got ji berk u roja ewilî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin wisa dirêj dom kiriye.    ‘DILÊ ME ŞEWITÎ’    Medîne Yildiray a li nêzî Çiyayê Gorse dijî diyar kir ku ji ber mudaxileyî şewatê nehat kirin her ku çû şewat belav bû û got: “Dar û ber li ber çavê me dişewitîn. Dilê me dişewitî. Şewatê psîkolojiya zarokên me xera kir. Çiyayê me hat talankirin. Ajal û daran zirarek mezin dît. Tişta ku me li ser pêya dihêle dar, ber, xweza, av û axa me ye.”    ‘DEWLETÊ ŞEWITÎ’   Ji şêniyên herêmê Mehmet Çetîndaş jî anî ziman ku beriya şewatê tevgera hewayî çêbû û wiha got: “Piştî ku helîkopteran herêm bombebaran kir, şewat derket. Me xwest em temirînin lê leşkeran me asteng kir. Daristenek berfireh şewitî. Dewletê darên me şewitand. Ajalên kovî reviyan. Dewlet naxwaze em sewalên xwe biçêrînin. Dan ber xwe û şewitandin.”    HETA KU ÇÛN HER DEVER ŞEWITÎ YE    Welatiyê ji wê deverê Azîz Karatapan jî da zanîn ku gundiyan xwest mudaxileyî şewatê bike lê leşkeran wan asteng kir û got: “Şewatek bi talûke bû. Nehiştin em temêrin. Heta ku hiştin em biçin, agir vemirînin her dever şewitî. Cihên şewitîn mêrgê çêrandina sewalên me bû. Niha ew der şewitî.”    XWEZA HATIYE TALANKIRIN    Keyayê gundê Çevrecîka bi ser navçeya Miyaranê ve Alî Şen jî destnîşan kir ku piştî şewatê xwezaya wan hatiye talankirin û xwelî, dar û ajal şewitîne. Şen got cihek ku ew ê sewalên xwe lê biçêrînin nemaye û ji ber wan mudaxile kiriye şewat nehatiye nava gund.    MA / Ayşe Surme