Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin 2021-06-17 12:00:04   RIHA - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, serdana Malbata Şenyaşar a 101 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, kirin   Serdanên piştevaniya çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê di roja 101'emîn de didomîne, berdewam dikin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji Stenbolê ji bo serdanê hatin, wê ligel Malbata Şenyaşar tevahiya rojê nobetê bigirin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî bi şandeyê re hatin serdana malbatê.    Emîne Şenyaşar bi dowîza "Em edaletê dixwazin" Dayikên Aştiyê pêşwazî kir. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Emîne Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar, têkildarî roja êrişê û tiştên hatine qewimîn dayikan agahdar kir û pişt re lorand.