Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê 2021-06-17 12:00:42   WAN - Rojnameger Oktay Candemîr, ji ber doza ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” lê hatibû vekirin, derket pêşberî dadgehê.   Derbarê Rojnameger Oktay Candemîr de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz lê hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza Candemîr li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Candeîr û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Hempîşeyên Candemîr jî, ji bo piştgiriyê danişîn şopandin.   WÊNEYÊN NÛÇEYAN SÛC DÎTIN   Danişînê piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Candemîr ê li dijî sûcdariyên li ser xwe parastin kir, wiha got: “Ez îfadeya xwe ya berê dûbare dikim. Ew wêneyên ku sûc hatine dîtin, min di çarçoveya xebatên xwe yên rojnamegertiyê de girtine. Min ew ne di armanca propagandeyê de ligel xwe girtin. Ji ber vê ez îdîa û sûcên li ser xwe qebûl nakim.”    XWEST DOZ BÊ BETALKIRIN   Parêzer Erhan Çîftçîler jî, da zanîn ku ev îdîayên muwekîlê min pê tê darizandin, di dozek din de jî weke delîlên sûc hatine nîşandan û wiha got: “Berê jî derbarê Candemîr de, ji ber vê parvekirinê doz lê hatibû vekirin û derbarê wî de biryara beraetê hatibû dayîn. Heman parvekirin, îro dîsa kirine mijara doz û darizandinê. Ji ber vê yekê ev îdîaneme, ne îdînameyek raste. Ez dozê red dikin û beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”   Şandeya dadgehê daxwaza parêzer red kir, xwest dozger mutalaya xwe amade bike û danişîn taloqî 23’yê Îlona 2021’an kir.