Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir 2021-06-17 12:11:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, li avahiyê xebatkara  HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir.  Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xist, wezîfedarek HDP'ê dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrişê de hevalek wan hatiye qetilkirn.    Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepni jî diyar kir ku kesa hatiye qetilkirin navê wê Denîz e.    Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP'ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye.    Êrişkarê çarkdar xebatkara partiyê qetil kir û pişt re jî xwest agir bi avahiyê bixe.   Piştî bûyer hat bihîstin rêveberên HDP’ê û endamên partiyê herikîn ber avahiya HDP’ê ya li Navçeya Konakê.    Polîs hatin cihê bûyerê û çûn hundirê avahiyê û êrişkar binçav kirin. Êrişkar di bin tevdîrên ewlehiyê de derxistin derve û li maşîneya polîsan siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Di kêliya ku polîsan êrişkar ji hundirê derxistin, hat dîtin ku polîsan êrişkar kelemçe nekiriye.    Hat zanîn ku navê êrişkar O.G. ye.   WALÎTIYA ÎZMÎRÊ DAXUYANÎ DA    Walîtiya Îzmîrê têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: “Îro saet di 11.05’an de li bajarê me kesê bi navê O.G. ku xebatkarê tenduristiyê bûye û ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye, çûye avahiya HDP’ê û xebatkara partiyê D.P. bi demanceyê kuştiye. Kesê gumanbar hatiye girtin û bûyer bi her awayî tê lêkolînkirin.”      Piştî ku êrişkar birin Miduriyeta Polîsan, li derdora avahiya HDP'ê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Dozgerê Komarê ku ji bo bûyerê hat wezîfedarkirin jî hat avahiya HDP'ê.    MALBAT HAT BER AVAHIYA PARTIYÊ    Her kêliya ku diçe girseya li ber avahiya HDP'ê zêde dibe. Malbata Denîz Poyraz jî hat ber avahiya HDP'ê û malbatê xwest derbasî hundirê avahiyê bibe lê polîsan destûr neda.    FERYADA DAYIKA DENÎZ POYRAZ GIHÎŞT ERŞÊ ESMAN    Dayika Denîz Poyraz xwest derbasî hundirê avahiyê bibe, lê polîsan destûr neda. Di vê kêliyê de dayikê kir hawar û feryad û feryada wê gihîşt erşê esman. Dayikê wiha got: "We keça min qetil kir. Xwedê bela we bide. Çi heqê we hebû. Ez ê zaroka xwe bibînim. Ez ê serê xwe li ber wan netewînim. Êdî bes e ewqas ciwanên me hatin kuştin. Keça min şehîd bû. Ez dayikek bi hêz im. Ez ê her tim têbikoşim. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bibînim. Dixwazim bibînim ka çima lê dane." Piştî kêliyek şûn ve destûr hat dayîn ku xwişka wê biçe hundir û Poyraz teşhîs bike.    Dem bi dem di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Girse dirûşma "Şehîd namirin" berz dike û bertekên xwe nîşanî êrişê didin.    'ME GELEK CARAN WE HIŞYAR KIR'    Endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP'ê Mahfûz Guleryuz bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Me berê gelek caran we hişyar kir, çima we tevdîran negirt. Diyar bû ku wê ev bibe. Niha hûn rabûne tevdîrê digirin."    KETOBER GULEBARAN KIRIYE    Êrişkar ku hat binçavkirin 27 salî ye û di îfadeya wî ya ewil de ku hat girtin de got: "Ji ber ku ez nefretê ji PKK'ê dikim çûm avahiyê û min ketober gulebaran kir."   Hat zanîn ku êrişkar li navçeya Gazîemîra Îzmîrê rûdinê.    Berdewama nûçeyê tê...