Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin 2021-06-17 12:12:07   ENQERE – Endamê MYK’a berê ya HDP’ê Gunay Kûbîlay ku parastina xwe domand, diyar kir ku heke rastiya çalakiyên Kobanê tê xwestin divê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala bên guhdarkirin.    Sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahhatîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja çaremîn de didome. Parlamenterên HDP’ê û gelek kes tevlî danişîna ku ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin bûn.    PARASTINA KÛBÎLAY   Danişînê piştî hatina heyeta dadgehê bi xwendina ewraqên ku ji dosyaya dozê re hatine dest pê kir. Piştî ku danişînê dest pê kir Gunay Kûbîlay mafê axaftinê girt û parastina xwe ya ku duh nîvcû mabû berdewam kir. Kûbîlay, diyar kir ku daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê demê Efkan Ala ve hatiye dayîn, bersivnedayîna pirsên ku HDP’ê derbarê bûyeran de kiriye ronî dike û wiha got: “Dema ku weke “dewleteke hiqûqê” li gotinên Ala bê nêrîn dê bê dîtin ku armanca dozê bi rêya darazê cezakirina HDP’ê ye. Heke wiha nebe û armanc xwe gihandina heqîqetê be divê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû û Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala bên guhdarkirin.”