HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye 2021-06-17 13:05:06 ENQERE - HDP’ê derbarê êrişa li dijî Rêxistina Îzmîrê ya partiya xwe de daxuyanî da û got: “Yên ku ev provokasyona bi talûke pêk anîn, teşwîqkarên bûyerê, partiya me û rêxistina me ya bajêr hedef nîşan dane desthilatdariye. Yên ku van provokatoran beralî dike Wezareta Karên Hûndire.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrişa li dijî avahiya Rêxistana Bajêr a Îmzîrê ya partiya xwe û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz de, daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Bi mehane partiye me, ji aliyê partiya desthilatdar û Wezareta Karên Hûndir ve hedef tê nîşandin. Bi armanca provokasyonê hin malbat bi rêxistin kirin û şandin ber avahiya partiya me ya bajêr. Di encama vê yekê de, îro saet 10:30’an êrişk çekdarî li dijî avahiya me ya Îzmîrê pêk hat.   Êrişkarê bi çek ê tê gotin 35-40 salî ye, dema ku xebatkara me Denîz Poyraz li avahiya partiyê bû, bi ser avahiyê digire. Êrişkar gulayan berdide derdorê û avahiya me dide ber agir. Heya demek dirêj mudaxileyê bûyerê nayê kirin. Êrişkar di serdegirtina  avahiyê de rêhevala me Denîz Poyraz xebatkara partiyê qetil dike.    Piştî bihîstina êrişê, girseya me li ber avahiya me ya Navçeya Konak kom dibe.”   ‘WEZARETA KARÊN HÛNDIRE BERALÎ DIKE’   Di encama proveya provokasyona duh a di Doza Kûmpasê ya Kobanê ya li Sîncanê hat kirin de, îro ev êriş pêk hatiye. Ev jî armanc û pêyama wan aşkere dike. Yên ku ev provokasyona bi talûke pêk anîn, teşwîqkarên bûyerê, partiya me û rêxistina me ya bajêr hedef nîşan dan desthilatdariye. Yên ku van provokatoran beralî dike Wezareta Karên Hûndire.”