Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir 2021-06-17 13:27:53   RIHA – Emîne Şenyaşar ku nobeta xwe ya “Edaletê” bi Dayikên Aştiyê re didomîne, Parlamenterê AKP’ê Abdulkerîm Gok ku hat serdana Edliyeya Rihayê şermezar kir.     Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku bi Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatine re çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” didomînin, di bin dorpêça polisan de ne.    Di kêliya dorpêça polisan de Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Abdulkerîm Gok ku hat serdana Edliyeya Rihayê û bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî re hevdîtin pêk anîn. Dema ku Gok ji edliyeyê veqetiya Emîne Şenyaşar dorpêça polisan derbas kir û Gok şermezar kir. Şenyaşar hewl da wesayîta Gok rawestîne û bi gotina “Edalet tune ye” bangî wî kir. Polis ketin navbera Şenyaşar û wesayîta Gok û nehişt ku rojnameger dîmen û wêneyan bikişînin.    Ferît Şenyaşar jî mudaxaleya polisan a li dijî dayika xwe şermezar kir û dûrişmeya “Heq hiqûq û edalet” berz kir.    Polisan bi zorê Emîne Şenyaşar û kurê wê ji Gok dûr xistin.