Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin 2021-06-17 13:58:00   ÎZMÎR - Dayik xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin, Fehîme Poyraz got: “Nahêlin ez cenazeyê xwe bibînim. Hem qetil kirin hem jî nahêlin. Denîzek çû wê hezar Denîz werin.”    Êrişkarê bi navê Onur Gencer ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Êrişkar hat binçavkirin. Girseya HDP’ê li ber avahiyê kom bû. Polîsan derdora avahiyê dorpêç kiriye. Bi hezaran kesên li derdora avahiyê kom bûne dirûşmên “Şehîd namirin” û “HDP gel e, gel li vir e” û “AKP dê hesab bide gel” berz dikin.    BERTEKA DAYIKÊ    Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz ku hat ber avahiya HDP’ê xwest cenazeyê keça xwe bibîne. Lê polîsan destûr neda. Fehîme Poyraz bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Nahêlin ez cenazeyê xwe bibînim, hem qetil dikin hem jî nahêlin. Ez dayikek im bila kes min bêdeng neke. Gelê kurd her tim li ser pêya ye. Denîzek çû wê hezar Denîz werin.”    SEROKÊ CHP’A ÎZMÎRÊ HAT BER AVAHIYÊ    Serokê Rêxistina CHP’ê ya Îzmîrê Denîz Yucel hat ber avahiya HDP’ê û sersaxiyê ji HDP’iyan re xwest.