Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir 2021-06-17 14:20:24   STENBOL - Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî, diyar kir ku rast e rast Wezîrê Karên Navxweyî êrîşa ser rêxistina wan a Îzmîrê organize kiriye.    Êrîşkar Onûr Gencer ku bi ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de girt, xebatkara partiyê Denîz Poyraz rehîn girt û piştre jî qetil kir. Êrîşkarê ku hewl da avahiya partiyê bişewitîne, hat binçavkirin. Parlementerên HDP’ê yên ku me xwe gihandin wan, anîn ziman ku Wezîrê Karên Navxweyî êrîşê organîze kiriye.    Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku rast e rast Wezîrê Karên Navxweyî êrîşê organîze kiriye û wiha got: “Weke ku rojên borî li Navenda Giştî ya Partiya me pêk hat, ev êriş jî êrîşeke organîze kiriye. Desthilat ji bo ji çala ku ketiyê derkeve, careke din li ser partiya me provakasyonan dixin dewrê. Ji ber wê yekê em bang dikin ku gelê me li HDP’ê xwedî derkeve û li derdora wê bibe xelek.”   ‘AGAHIYA DESTHILATÊ JI ÊRÎŞÊ HEYE’   Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî partiyiyên wan pêk tên her roja ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Me van mehên dawîn hewl dida ku li dijî van êrîşan bergiriyan bigirin. Ji ber ku desthilat bi xwe hatiye asta tetikkêşiyê. Her roj ev sûcên wan îfşa dibin û derdikevin holê. Ji ber vê yekê dixwazin rojevê biguherînin. Dibe ku bêjin serxweşekê ev êrîş kiriye. Lê teqez ev êrîş bêagahiya wî kesê ku destê xwe bi singê xwe ve dianî digot ‘ox ox’ û desthilatê nîne. Ew tetikkêş in, serokên tetikkêşan e. Em ê şopdarê vê êrîşê bin.”