Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin 2021-06-17 14:33:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku rexmî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Îzmîrê qereqola polisan heye jî êriş pêk hatiye û ev tişt got: “Êrîşkar hatibû qetilkirina endamên MYK’ê û hevserokên bajar. Ev dewlet dizane. Provaya cînayetên siyasî hat kirin.”   Êrişkarê çekdar Onûr Gencer, bi ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de girt û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir.  Êrişkar dema ku hewl da agir berî avahiyê de hat binçavkirin. Endamê Lijneya Birevebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, derbarê êrişê de axivî û diyar kir ku êriş plan kiriye.    ‘DEWLET DIZANE’   Guleryuz, destnîşan kir rexmî ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Îzmîrê qereqola polisan heye jî ev êriş pêk hatiye û ev tişt gotin: “Beriya bi mehan gotin ku wê li vî welatî cinayetên siyasî pêk werin. Îro provaya wê hat kirin. Êrîşkar hatiye ku parlamenter, endamên MYK’ê, hevserokên bajar qetil bike. Ev dewlet dizane. Tişteke wisa jixweber nîna. Kes nikare vê bi me bide bawerkirin. Divê HDP’î, HDP û kesên ku demokrasiye diparêzin li vî welatî bên parastin. Ji bilî van hemû mafya û çete ne. Tev jî di bin emrê Suleyman Soylû de ne û li benda îşareteke wî ne. Tev jî amade ne ku êrişî me bikin û me bikujin. Di vê rewşê de jî hin kes tên gef li me dixwin.”