Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye 2021-06-17 14:38:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser medya dijîtal li dijî êrişa li ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bertek bariyan. Hat diyarkirin ku ev êriş ne li dijî HDP’ê ye, li dijî hemû siyasetê ye.”    Di êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de, xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Bertekên li dijî êrişî her ku diçe zêdetir dibin. Gelek siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, nivîskar, rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl, li ser hesabên xwe yên medya civakî bi parvekirinên bi bertek, êriş şermezar kirin.    Ji hin bertekan wihane :     * DBP @DBP_GenelMerkez: Yên ku nekarîn bi zextan, binçavkirin û girtinan me bêdeng bikin, hewl didin bi komkujî û êrişan encam bigirin! Ger di bin dorpêça polîsan de, li dijî Avahiya Rêxistina HDP’ê êrişek çekdarî pêk hatibe, kiryar tê zanîn!   * Halkevlerî: Serê hemû dostên me yên HDP’ê sax bin. Emê li dijî faşîzmê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin.   *Nesrîn Nas: Ev êriş ne li dijî HDP’ê ye, li dijî hemû siyasetê ye. Qada siyasî veguherandine çiravê. Ji bo ku kes ne axive, ser xizantî û nelirêtiyên xwe bigirin, civakê bixin nava fikaran, tirsê belav bikin ev êriş pêk anîn. Ev êriş li dijî hemû partiyên mudaxalîf û civaka muxalîfe.   *Ferhat Tunç: Kesên ku vîna 6 milyon mirovan nas nakin û hewl didin partiyê bigirin, ev êrişa nijatperest û faşîst pêk anîn. Em vê êrişa hovane şermezar dikin. Ji hemû xebatkarên HDP’ê yên Îzmîrê re derbas bûyî be. #hdphalktır   *Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Prz. Sevda Erdal Kiliç: Zimanê cihêkar ê tê bikaranîn û çanda hedef nîşandanê, carek din darbe li demokrasiyê xist. Em êrişa li dijî HDP’ê ya Îzmîrê şermezar dikin û dibêjin rehma Xwedê li xebatkara ku jiyana xwe ji dest da ye be. Derbasbûyî be.   *Ayşe Acar Başaran: Wêneyên sûcdar, teşwîqker, parazvan û hewldana parastina sûcdar #HDPHalktır   *ESP’a Stenbolê: Emê ji şerê kar û şefe faşîst hesab bipirsin!   *Îmzevana Aştiye Melek Goregenlî: Serê me sax be. Endama hedef nîşandan wan eve @HDPizmir   *Rojnameger Yûsûf Gursûcû jî, wêneyê êrişkarê hat binçavkirin parve kir û wiha got: “Gelo pêdivî bi şiroveyê heye? #hdphalktir    *Nivîskar Akin Olgûn jî, wêneyê qatil parve kir û ev peyam da: “Hûnê sibe alê li paşve bixin û pê re wêne bikêşin.”    BERTEK NÎŞANÎ YENÎ ŞAFAKÊ DAN   Rojname Yenî Şafakê êriş weke “pevçûn” serwîs kir û Yenî Akîtê jî, bûyer bi sernavê “Li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, serdegirtina bi çek! Kesek hat kuştin, herêm dibin dorpêçê deye” serwîs kir.     Derbarê nûçeyan de, li ser medya dijîtal ev bertek hatin nîşandan:    *Îrfan Aktan: “Pevçûn” ha! Êrişkarek dikeve avahiya partiyê, mirovekê qetil dike û medya desthilatdariyê jî hewl dide awayê pevçûnê bide bûyerê. Ev bi bêehlaqiyê nayê vegotin.   *Ozgur Amed: Êrişkar dikeve hûndir, ciwanekê jin qetil dike. Lê rojnameya Yenî Şefakê weke “pevçûn” serwîs dike. Ev ne yek e, ne du ye… Ji kerema xwe bila em ji van rûreşiyên nefretê re bêdeng nemînin.   * Amed Dîcle: Ev qerpal êrişkar diparêzin. Endama partiyê dîl digire û qetil dike. Ev ne mirovin.