Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê 2021-06-17 14:51:50 ÎZMÎR - Cenazeyê Denîz Poyraz ku di êrişa li avahiya HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da rakirin Saziya Tiba Edlî.  Cenazeyê Denîz Poyraz a ku di êrişa li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, piştî lêkolîna cihê bûyerê ji avahiyê hat derxistin. Di kêliya ku cenaze hat derxistin bi hezaran kes dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.    Cenazeyê Poyraz rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Îzmîrê.