Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin 2021-06-17 15:15:16   ENQERE - Polîsan, parêzer û beşdarvanên ku xwestin di Doza Kobanê de bikevin hûndir asteng kirin.   Sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja çaremîn de didome. Polîsan parêzer û beşdarvanên piştî navbera nîvro xwestin derbasî eywanê bibin asteng kirin.    ‘NE MIN KESÊN PROVAKATOR ASTENG BIKIN’   Piştî ku polîsan nasname ji parêzerekî ku xwest derbasî eywana danişînê bibe xwest, parêzer jî bi gotina ‘Ne min kesên ku duh ji bo provakasyonê hatibûn vir asteng bikin’ bertek nîşanî polisan da û hewl da bikeve hûndir. Ji ber ku polisan ketina hundir a parêzer asteng kir, beşdarvanan jî xwest bikevin hûndir.   ZÊDEBÛNA POLÎSAN   Polîsan bi mertalan xwest ku li korîdorên edliyeyê girseya ku parlementerên HDP’ê jî di nav de bi dehfdanê belav bikin. Parêzerên dozê yên ku sekn û mudaxaleya polîsan qebûl nekirin, xwestin bi serokê dadgehê re hevdîtin bikin.    Piştî ku parêzer bi şandeya dadgehê re hevdîtin kirin, şandeyê got ku bi şertê xizmaniya asta yekemîn wê temaşevan bên wergirtin. Piştî ku parêzeran careke din bi şandeya dadgehê re hevdîtin kirin, 25 kes weke temaşevan hatin wergirtin. Temaşevanên din jî wergirtin eywaneke din.