Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû 2021-06-17 16:04:11   EQNERE – Danişîna îro ya Doza Kobanê, ji ber êrişa ku li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hat taloqî sibê bû.    Sêyemîn danişîna Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, piştî navberê berdewam kir. Di danişînê de parêzerên Berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kûbîlay mafê axaftinê girtin û parastin kirin. Parêzer Ozgur Erol, ji ber ku heyeta dadgehê mudaxaleyî pirsên parêzerên gazindkeran neda bertek nîşanî heyeta dadgehê da û em sûcdariyên derew ên li hemberî muwekîlê xwe de qebûl nakin.    BERTEKE LI DIJÎ HEYETA DADGEHÊ   Erol, di berdewamê de bertek nîşanî daxuyaniya endamekî heyeta dadgehê ku got, ‘partiya ku di bûyerên Kobanê de xesar nedîtiye HDP ye’ da ev tişt got: “Birêz serok û endamên heyete hûn ji bilî doznameyê hin çavkaniyên din dişopînin. Heke tablo bê derxistin dê bê dîtin ku bi qasî HDP’î hatine darizandin û kuştin partiyeke duyemîn tuneye. Em ê avahiyên HDP’ê yên hatine hilweşandin û HDP’iyên hatine kuştin tune bihesibînin? Ji 37 kesên hatine kuştin 37 jê HDP’î ne. Em ê bibêjin û nîşan bidin. HDP’iyên ku hatine kuştin û neketine dosyayê hene.”   DANIŞÎN TALOQ BÛ   Parêzer Erol, sersaxî ji malbata Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin re xwest û ji ber mudaxaleya polisan ku piştî êrişê li dijî parêzeran pêk hat daxwaz kir ku danişîn taloqî sibê bê kirin.    Heyeta dadgehê daxwaza Erol qebûl kir û danişînê taloqî sibê kir.   Siyasetmedarên girtî ku li eywana danişînê bûn jî bi dûrişmeya “Em ê destûr nedin wiha bidome, em qezenç bikin” ji eywana danişînê veqetiyan.