BMG’ê banga parastina HDP’ê kir 2021-06-17 16:06:09   NAVENDA NÛÇEYAN - BMG’ê qetilkirina Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya li dijî HDP'a Îzmîrê de şermezar kir û got: “Em ê HDP’ê biparêzin.”   Êrişkarê bi navê Onur Gencer ku li Suriyeyê hatiye perwerdekirin di saetên serê sibê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê endama partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Bertekên li dijî qetilkirina Poyraz zêde dibin. Gelek partiyên siyasî û kesan êriş şermezar kirin. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) jî êriş bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û banga piştevaniyê kir.    ‘WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ HEDEF GIRT’   BMG’ê diyar kir ku Wezareta Karên Navxweyî demekî dirêje avahiyên HDP’ê hedef dide nîşandan û wiha got: “Provakasyona ku saziyên bingehîn ên dewletê di nav de, bi qetilkirina Denîz Poyrazê encam girt. Me êrişên ku di sala 2015’an de li avahiyên partiyan hatin kirin û komkujiyên girseyî ji bîr nekirin.”   ‘AVAHIYÊN HDP’Ê BIPARÊZIN'   BMG’ê da zanîn ku bi êrişa Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê re pêşiya provakasyon û komkujiyan hat vekirin û wiha got: “Heke em vê êrişê bi sekneke civakî ne qewirînin, ji dîrokê dizanin ka dê li pişt wê çi were. Em her kesê vedixwînin ku avahiyên HDP’ê biparêzin û li dijî provakasyonan li taxan li navenda bajaran amade bibin.”