Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe 2021-06-17 16:14:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran êrşa li dijî HDP’ê ya li Îzmîrê û kuştina Denîz Poyraz hat şermezarkirin.    Îro danê sibê li Îzmîrê li dijî avahiya HDP’ê êrişek çekdarî ji aliyê Onûr Gencer ve pêk hat. Di êrişê de endama HDP’ê Denîz Poyraz hat qetilkirin.    Li gelek bajaran bi awayek hemwext ev êriş hat şermezarkirin. HDP’ destnîşan dike ku ev Onur Gencer ê kujer li Sûriyê hatiye perwerdekirin û ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û dewletê ve hatiye organîzekirin.    WAN   Li Wanê HDP, DBP, TJA û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesan êrişa li Îzmîrê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsê vê êrişê Tayyîp Erdogan, Suleyman Soylû û Devlet Bahçelî ye. Di daxuyaniyê bang li Soylû hat kirin ku îstîfa bike û hat diyarkirn ku wê HDP tu carî teslîmî tariyê nebe û kes nikare HDP’ê bêdeng bike.  Piştî daxuyaniyê dirûşm hatin berzkirin.    RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe êrişa li Îzmîrê şermezar kir. Rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî destnîşan kir ku li Îzmîrê komkujiyek pêk hatiye û vê yekê qebûl nakin û wê têkoşîna xwe mezintir bikin.    CIVÎNA MECLÎSÊ TERK KIRIN   Li aliyê din endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yên HDP’ê civîna Meclîsê şermezar kirin û bertek nîşanî êrişê dan û civînê terikandin.    EDENE   Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li Parka Înonu êrişa li Îzmîrê şermezar kir. Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî û gelek kese beşdarî daxuyaniyê bûn û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin. Hevserokê HDP’a Edeneyê destnîşan kir ku tevî hemû komkujî, girtin û êrişan jî wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê berdewam bikin û wê kes nikaribe HDP’ê bi komkujiyan bêzar bike. Girse çalakiya rûniştinê li dar xist û pişt re heta avahiya HDP’ê meş li darxistin.   STENBOL    Li Stenbolê jî bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê meşek û daxuyaniyek girseyî hat lidarxistin. Girse heta ji kuçe û kolanan heta Meydana Şîşxaneya Beyoglûyê meşiya û li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê û axaftinan de Denîz Poyraz hat bibîranîn û êriş hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê HDP’ê xwedî li sekna dayika Denîz Poyraz a bi rûmet derkeve. Hat diyarkirin ku wê HDP li ber xwe bide û ji bilî berxwedanê tu şansê HDP’ê nîne.