Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat 2021-06-17 16:22:26   ENQERE – Êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, piştî daxuyaniyên parastina tundiyê ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ve hatibûn kirin pêk hat.      Beriya êrişa ku li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hat û endama partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin, ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ve gef li muxalefetê hatibûn xwarin.    ERDOGAN ÊRIŞÊ HINDIK DÎT   Erdogan, êrişa ku li Rîzeyê li dijî Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener pêk hatibû bi van gotinan parast bû: “Dia bike ku pêş de neçûne û wiha ders dane te. Wê hê çi bibin.”   BAHÇELÎ JÎ BERIYA 2 ROJAN GEF XWAR   Bahçelî jî di daxuyaniya ku beriya 2 rojan da de ji ber rexneyên ku li Tifaqa Cûmhûr tên kirin ev gef li muxalefetê xwaribû: “Dîtina ku wê ev roj bi findê li wan bê gerîn ne kehanetî be.”   ‘PLANKER DESTHILAT E’   Ji aliyê HDP’ê ve jî daxuyanî hat dayîn û bi bîr xistina gefên desthilatê ev tişt hat gotin: “Kesên ku vê provakasyona talûke pêk anîne, bûyerê plan kirine; partî û rêxistina me ya bajar hedef nîşan didin desthilat e. Kesê ku provakatoran beralî dike jî Wezareta Karên Hundir e.”