Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’ 2021-06-17 16:23:05   ENQERE - Umît Dede yê HDP’î piştî danişîna Doza Kobanê daxuyanî da û got: “Berpirsiyarên hemû bûyerên di 6-8’ê Cotmehê de, kesên ku gotin ‘400 wekîlan bidin ku em vî karî bi xweşikî bikin e.’ Bersûcên gule berdan Denîz, ev kes bi xwe ne.”   Rûniştina danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro hat dîtin, ji ber êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, heya sibe hat taloqkirin.    Parêzer û partiyî, piştî biryarê, li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya ku danişîn lê tê dîtin, daxuyanî dan çepemeniyê. Di daxuyaniyê de, bê navber dirûşeyên “Bimre faşîzm” û “HDP gele, gel li vire” hatin berzkirin.   HIŞMENDIYA DENÎZ QETIL KIR   Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê berpirsiyar Umît Dede, sersaxî ji malbata Denîz Poyraz a di êrişa Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da re xwest û wiha axivî: “Di saetên ku hevala me Denîz hat qetilkirin de, li salona danişînê dirûşmeya Gunay Kubilay dewam dikir. Kesekî ku cibe li xwe kiribû û ji xwe re digot ez dadgerim, bi gotina ‘di bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê de, çima HDP’ê qet zirar nedît’ ket nava xefletê. Di nava vê pirsê û guleya li Denîz hat xistin de tu cudahî tuneye. Hişmendiya ku Denîz qetil dikir, li vê derê hevalên me jî didarizîne.”   ‘HERÎ ZÊDE HDP’Î HATIN QETILKIRIN’   Dede, dest nîşan kir ku kesên di Doza Kobanê de tên darizandin wê teslîmî “faşîzmê” nebin û ev peyam da: “Hûn ê negihîjin armanca xwe. Hevalên me yên parêzer bi awayekê pir zelal bersiv dan pirsa dadger. Di 5 salên dawî de, li ser vê axê herî zê de HDP’î hatin qetilkirin. Berpirsiyarên hemû bûyerên di 6-7-8’ê Cotmehê de rû dan û piştî wê dewam kirin, kesên ku gotin ‘400 wekîln bidin ku em vî karî bi xweşikî bikin e.’ Xwediyên vê îdînameyê jî ew bi xwe ne. Yên ku gule berdan Denîz jî ewin.”