ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên 2021-06-17 16:49:13   ENQERE - ÎHD’ê û TÎHV’ê diyar kirin ku êrîşên ser HDP’ê di avahiyên ku polîs ‘diparêzin’ de pêk tên û bang kirin ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ji pêywîrê bê girtin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî êrîşa ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin. ÎHD’ê û TÎHV’ê xwest ku êrîş were ronîkirin û bi her awayî were lêkolînkirin.    ÎHD’ê û TÎHV’ê, di daxuyaniyê de bal kişandin ser gotinên desthilatê yên dijminane yên li dijî HDP’ê û wiha gotin: “Bi bandora van gotinan her tim êrîşên fîzîkî li avahiyên HDP’ê tê kirin. Hêj beriya hefteyekê 3 êrîşkaran bi keviran êrîşî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin.”    ‘BILA SOYLÛ JI PEYWÎRÊ WERE GIRTIN’   ÎHD’ê û TÎHV’ê diyar kirin ku êrîşên li dijî HDP’ê di avahiyên ku polîs ‘diparêzin’ de pêk tên û wiha berdewam kirin: “Ji ber vê yekê divê ewil Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku her carê HDP’ê dike hedef demildest ji peywîrê were girtin. Hin kesên ku ji vê helwesta berdevkên desthilatê hêzê digirin, di şahidiniya her kesê  de êrîşên fîzîkî pêk anîn. Rêveberên partiyê gelek caran polîs hişyar kirin. Lê weke tê dîtin kesekî êrîşkar di nava avahiya partiyê de karî xebatkareke partiyê bikuje."   PÊŞNIYAR   ÎHD’ê û TÎHV’ê, xwestin ku bi tevlîbûna hiqûqnasên HDP’ê lêkolîneke bi bandor were kirin û ev tişt gotin: "Divê desthilat gotinên dijminatî yên ser HDP’ê û partiyên din bi dawî bike. Derbarê kesên van gotinan tînin ziman lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin. Em dixwazin avahiyên HDP’ê bi rastî werin parêzin û doza girtinê ya derbarê HDP’ê de hatiye vekirin bê redkirin."   BANG LI DOZGERAN KIRIN   Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Sedema êrîşa îro gotinên nûnerên desthilatê yên ser HDP’ê yên dijmina ne û polîtîkayên wan e. Em êrîşê şermezar dikin û dozgeran vedixwînin ku faîl û berpirsyarên êrîşa îro derxînin pêş darazê.”