Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin 2021-06-17 16:53:30 AMED - Girseya ku li ser banga KCD, TJA, DBP û HDP’ê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Kolana Hûnerê kom bû, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “HDP gele, gel li vire” dest bi meşê kir.  Bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê yên herêmê, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û gelek welatiyan, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî û meş tê lidarxistin.    Hevserok û parlamenterên li Kolana Hûnerê ya Amedê kom bûn, xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo ku daxuyanî neyê dayîn û girse ne meşe, polîsan avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê dorpêç kirin.    DENGÊ XWE BILIND DIKIN   Polîs destûrê nadin ku welatî bikevin Kolana Hunerê. Welatiyên li cadeyan kom bûn bê navber dirûşmeyan berz dikin û hewl didin meşekê lidar bixin. Ji bo ku girse li hev kom nebe, polîsan mudaxile kirin û hin parlamenter di mudaxileyê de birîndar bûn. Şermezarkirin û nerazîbûna girseyê berdema dike.    Polîsan Kolana Gevranê girt û welatiyên hatine dorpêçkirin, çalakiya xwe didomînin.   POLÎS ÊRÎŞÎ PARLEMENTERAN KIRIN   Li Kolana Gevranê polîsan mudaxileyî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de Parlementera Amedê Remziye Tosûn ji destê xwe birîndar bû û polîsan hin parlementerên din jî derb kirin. Girse li Kolana Gevranê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    Li deverên cuda yên bajêr protestoya welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan, çepik û tilîliyan didome. Di dema dorpêçkirinê de welatiyek ji ser hişê xwe ve çû. Welatiyê ji ser hişê xwe ve çû paşê bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.    Polîsan Kolana Gevranê girt û çalakiya koma hatiye dorpêçkirin didome.    Li Kolana Gevranê Parlementerê HDP'ê Tayyîp Temel got: "Çi dibe bila bibe îro em ê ji vir neçin. Em ji bo tecrîda li Îmraliyê li vir in. Em ji bo komkujiyha li Îzmîrê li vir in. Ne HDP'ê, herin çeteyan asteng bikin. Bihêlin em daxuyaniya xwe bidin. Em bi êrîşên adî re rû bi rû man. Du hevalên me hatin derbkirin."    ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'    Parlementerê HDP'î Omer Ocalan jî got: "Em ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan li vir in. Em ji bo aştiyê li vir in. Em ê ji fikra xwe daneyên xwar. Em ê tecrîdê bişikînin.    Welatiyên ji aliyê polîsan hatin dorpêçkirin tim dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Dê Kurdistan bibe gora faşîzmê" û "Denîz Poyraz nemir e" berz kirin.   Piştî demekê polîsan diyar kir ku ji bo daxuyaniyê dê tenê destûra parlementeran bidin û xwestin welatiyên li derdorê ji qada ku dê daxuyanî lê bê dayîn dûr bixin. Gava heyetê dest bi daxuyaniyê kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîsan bi mertalên xwe daxuyanî asteng kir. Polîsan ji parlementeran re got, "propagandaya rêxistinê nekin", lê parlementeran guh neda polîsan û daxuyanî domandin.    Gava polîsan xwest rojnamevanên dîmen digirtin ji qadê dûr bixin, parlementeran bertek nîşan dan.    BERPIRSIYAR SEROKKOMAR E    Li gel hemû astengiên polîsan jî girseyê berxwedana xwe domand. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li ser navê girseyê axivî û got: "Me xwest em derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bidin, lê wekî hûn dizanin li Îzmîrê hevala me Denîz Poyraz hat kuştin. Em van kujeran baş nas dikin. Ê ku ev komkujî pêk anîne diyar in; esas berpirsiyar Serokkomar e. Ev serdestên faşîst in, em wan baş nas dikin. Dê hesabê vê bidin. Îro nedin dê sibê bidin. Em soz didin dê bidin. Denîz Poyraz, şehîda demokrasiyê ye."    Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi tecrîdakirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, tevahiya civakê hatiye tecrîdirin û got: "Heger îro ji bo demokrasî, azadî û jiyaneke wekhev mifteyek hebe, ew jî li Girtîgeha Îmraliyê di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Li Tirkiyeyê heya pirgsirêka kurdî neyê çareserkirin, dê tecrîd bidome. Lewma heya ev tecrîd neyê şikandin dê çareserî çênebe. Em careke din dubare dikin. Heger hûn doza azadiyê, jiyaneke wekhev û demokrasiyê dikin, muxatab diyar e; muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."    AYDENÎZ: HER ROJ TÊKOŞÎN    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bertek nîşanî helwesta tund a polîsan da û got: "Dîmena li vir nîşan dide ku bê li Tirkîyeyê tecrîdeke çawa heye û dijminatiyek çawa bi gelê krud re tê kirin. Sedema vê jî tecrîda li Îmraliyê ye."   Aydenîz, bal kişand ser êrîşa li Îzmîrê û got: "Tiştên niha diqewimin ji ber tecrîda li Îmraliyê ne. Tiştên îro li Îzmîrê qewimîn, polîtîkaya şerî ye ku tê xwestin pêk bînin. Vê jî bi destê îqtidarê bi tecrîdê dikin. Gava Birêz Abdullah Ocalan diaxive, bêhna civakê dertê. Heger tecrîd neyê şikandin, heger dev ji polîtîkayên şer bernedin, cihê îqtidarên berê çi be dê cihê vê îqtidarê jî e be. Êrîşên niha li HDP'ê tên kirin, êrîşên li Tirkiyeyê tên kirin bi xwe ne. Heya tecrîd neyê şikandin û Birêz Abdullah Ocalan azad nebe, em ê rojekê jî nesekinin. Ê ku dibêje dê pirsgirêka kurdî bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin Birêz Abdullah Ocalan e. Lewma demildest divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê şikandin û em ê ji bo vê her roj li qadan bin û bitêkoşin. Heya ku Kurdistan azad nebe û demokrasî neyê Rojhilata Navîn, em ê mil bidin milê hev du."    Piştî daxuyaniyê girse dest bi meşê kir. Girse, bi astengiyên polîsan re rû bi rû ma û bi çalakiya rûniştinê rewşa heyî şermezar kir. Piştî çalakiya rûniştinê girse cardin dest bi meşê kir û bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kir.