Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin 2021-06-17 16:59:35   WAN - Li Wanê qedexeya çalakî û aktivîteyan a demek dirêj lê dom dike, dîsa ji bo 15 rojan hat dirêjkirin.   Qedexeya çalakî û aktivîteyan a di 21’ê Mijdara 2016’an bi hinceta Rewşa Awarte ya li Wanê hatibû îlankirin, 15 roj din hat dirêjkirin. Bi biryara Walîtiya Wanê her cure meş, xwepêşandan û civînên derve hatin qedexekirin.   Ji bo çalakiyên mîna daxuyaniya çapemenî, çalakiya rûniştin, kampanya îmze, belavkirina belavokan divê destûr  bê xwestin û wisa bê kirin.