Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê 2021-06-17 18:00:11   ÎZMÎR - Piştî êrişa li dijî HDP’ê, gelek kes, sazî û dezgehan ji bo piştevaniyê, hatin ber avahiya partiyê. Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan, di peyam da de, ev bang kir: “Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê, li dora HDP’ê kom bibin.”   Bertekên li dijî êrişa bi çek a ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama partiyê Denîz Poyraz (38) dewam dikin. Bi bertekên mezin didibin re, piştgiriya ji bo HDP’ê jî zêde dibe. Piştî êrişê, rêveber û endamên partiyê li ber avahiya Bulvara Gazî ya Taxa Çankaya ya Navçeya Konakê kom bûn. Ji siyasetmedar, sazî, rêxistin û dezgehên cuda kes bi armanca piştevaniyê hatin ber avahiya partiyê.   EMEP: ÊRIŞ LI BER ÇAVANE   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Ûyar a ji bo piştevaniya hat ber avahiya partiyê, wiha bertek nîşan da: “Bûyer sosret hat jiyîn. Bi rojan, li ber HDP’ê em bûn şahidên provokasyonên cuda. Walîtiya Îzmîrê jî vê yekê dizane. Kesên dikevin HDP û derdikevin di GBT’ê re derbas dikin. Ev êriş li ber çavan hat kirin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   ALTAN: JI BO PIŞTEVANIYÊ HATIM    Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan jî, sedema hatina xwe ya ber avahiya partiyê wiha rave kir: “Li dijî hemû êrişan ez hatime HDP’ê hembêz bikim. Êrişa li dijî HDP’ê sembola siyaseta demokratîke. Hêzên ku dixwazin siyaseta demokratîk ji holê rakin, îro bi her awayî êriş dikin û HDP’ê hedef nîşan didin. Ev ne tesadufe. Tekane partiya ku dibêje ‘ji şer re na, aştî hê niha” partiya siyasî ya HDP’ê ye. Ev demek dirêje Tirkiyê ev dirûşme ji bîr kiriye. Ji ber ku fêrî şer bûne. Ne tenê ji bo parastina siyaseta demokratîk, di heman demê de ji bo parastina rûmeta mirovahiyê jî, divê em xwedî HDP’ê derkevin.”   HDK EŞSÖZCÜSÜ: SALDIRI ORGANİZELİ   Halkların Demokratik Kongresi (HDK) İzmir İl Eşsözcüsü Mehmet Sabri Gül ise, gerçekleştirilen saldırının HDP’ye yönelik bir süredir devrede olan linç kültüründen bağımsız olmadığını kaydetti. Gül, “Uzun zamandır siyasi partinin önüne kurulan bir karakol var. HDP’yi hedef haline getirdiler. Defalarca önlem alınması için açıklamalar yapıldı. Bu saldırı göstere göstere geldi” ifadelerini kulandı.   Saldırının planlı ve tasarlanmış olduğunu söyleyen Gül, şunları ekledi: “Bireysel bir tutumla yapılan bir saldırı değil. Organize, örgütlü bir saldırıdır. Toplumun bu konuda dikkatli olması gerekir. Toplumsal mücadele ve kararlılıkla faşizm ve savaş politikasına karşı mücadele edeceğiz.”    HEVSEROKA HDP’Ê: JI XWÎNÊ TÊR NABIN   Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Konakê Hayat Îzgî jî, derbarê Denîz Poyraz a di êrişê hat qetilkirin de wiha got: “Hîna du min wê dît û em bi hev re axivîn. Ev asta herî dawiye. Denîz ne ya ewile, ne jî ya dawiye. Ji xwînê têr nabin. Êriş li ber çavan pêk hat. Ger bixwestana pêşî lêbigirin, dikarîbûn. Dikaribûn mudaxile bikin. Divê her kes xwedî vê derê derkevin. Em bang li hemû kesan dikin ku bên xwedî HDP’ê derkevin. Berê jî bi dehan car partî girtin û xebatkarên partiyê kuştin. Lê emê bi vî awayî neqedin.”