Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê 2021-06-17 18:00:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa çekdarî wêneyên avahiya HDP'ê derketin holê. Di wêneyan de dewsa gelek guleyan xuya dike û têfika taştê ya Denîz Poyrazê li ser maseyê ye.    Kesê bi navê Onûr Gencer ku li Sûriyeyê hatiye perwerdekirin, îro danê sibehê bi çekê êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuşt. Êrîşkar hat binçavkirin û cenazeyê Poyrazê jî rakirin Saziya Tiba Edlî.    Piştî êrîşê wêneyên avahiya HDP'ê derketin holê. Di wêneyan de li ser derî û dîwaran dewsa gelek fîşekan xuya dike. Her wiha di wêneyan de têfika taştê ya Poyrazê jî xuya dike ku têfik li ser maseyê ye û tê de firingî û zeytûn hene.    Di wêneyan de tê dîtin ku êrîşkar piraniya pace û deriyên avahiya partiyê şikandine û ode tevlihev kirine.