Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir 2021-06-17 18:22:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Qatil û êrişkar Onur Gencer, piştî ku ket avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir, piştre wêneyê wê kişand û di hesabê xwe yê Whatsappê de parve kir. Onur Gencer ê 27 salî, di saetên nîvro de, ket avahiya Rêxitina HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz a dil girtibû, qetil kir. Gencer ê xwest avahiya partiyê bide ber agir, ji aliyê polîsên ku gehiştin cihê bûyerê ve hat biçavkirin.   Derket holê ku qatil û êrişkar Onur Gencer piştî êrişa xwe ya bixwîn wêneyê Denîz Poyraz a di nava xwînê de ma bû kişand û di rewşa xwe ya WhatsAppê de parve kir. Hat dîtin ku Gencer wêneyê Denîz bi gotina “yek term” parva kir.