Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer 2021-06-17 19:38:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Onûr Gencerê ku êrîş bir ser HDP'ê û xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuşt, di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de aniye ziman ku bi mehan e plansaziya êrîşê kiriye û çend caran jî keşif kiriye. Êrîşkar ku di meha Gulanê de ruxseta çekê wergirtiye di îfadeya xwe de gotiye: "Hin kesên din hebûna, min ê bera wan jî bidana."    Kujer Onûr Gencerê 27 salî êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û di hundirê avahiyê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz a 38 salî kuşt. Piştî ku Poyrazê kuşt polîsan Gencer binçav kir û ew birin midûriyeta polîsan. Kujer Gencer di îfadeya xwe ya ewil a li midûriyeta polîsan, anî ziman ku bi mehan e plansaziya êrîşê kiriye.    DW Tirkî îfadeya Gencer bi dest xist. Gencer, di îfadeya xwe de aniye ziman ku bavê wî karkerê tekelê bûye û teqawid bûye, xwişkek wî xwendekar e, ne endamê tu partî û komeleyan e û dêya wî miriye. Kujer Gencer, di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku bi malbatî li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê dimînin, eskerî nekiriye û di destpêka sala 2020'î de wekî karmendê tenduristiyê çûye bajarê Minbicê yê Sûriyeyê û li demekê li wir xebitiye.    Gencer, di îfadeya xwe de gotiye: "Min di Nîsana 2021'ê de ji karmendiya tenduristiyê îstifa kir. Niha naçim kar."    ‘MIN JI ZAROKATIYA XWE HEYA NIHA PLANSAZÎ KIRINE'    Gencer, ji bo pirsa "te çima êrîşek wiha kir" jî gotiye: "Di 16'ê Hezîrana 2021'ê de polîsekî întihar kir. Min jî derbarê wî de hin parvekirin kirin. PKK'yiyan heqaret li min kirin. Çêr ji dêya min a mirî û xwişka min re gotin. Min jî bi heman awayî bersiva da wan. Ji zarokatiya xwe ve plansaziyan dikim ji bo PKK'yiyan bikujim. Bûyer jixweber çêbû."    DI MEHA ÇILEYÊ DE PLANA ÊRÎŞÊ KIRIYE    Gencer, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku di Çileya 2021'ê de li ser Googleyê li navnîşana HDP'a Îzmîrê geriyaye.    Gencer, aniye ziman ku ji bo keşfê çûye kursa "Perfect Îngilîzce" ya li Xana Kar ya Îhsan Kayin a li ser avahiya partiyê.    MEHA BORÎ RUXSETA ÇEKÊ WERGIRT    Gencer, di berdewama îfadeya xwe de gotiye: "Ji bo keşfê çend caran tevgeriyam. Ji bo karibim çekê li ser xwe bigerînim, di Gulana 2021'ê de min ji bo ruxsetê serî li Midûriyeta Polîsan a Gazîemîrê da û min ruxseta demborî stend. Min li Kizlaragasiyê ji kesê bi avê Mehmet bi 3 hezar û 500 TL'yî çek stend. Min 10 fîşek xistin vê çekê û min bûyera îro pêk anî. Min 10 fîşek bera hundirê avahiya HDP'ê dan. Armanca min, ew bû ku li wir çend kesan zevt bikim. Lê kesek li wir bû. Ji ber ku ez wisa difikirim PKK'î jî tên vira, min tu ferqî nexist navê. Heger hin kesên din hebûna, min ê bera wan jî bida. Piştî çalakiyê min çeka xwe xist çente. Gava ji cihê bûyerê çûm polîsan ez binçav kirim."