Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin 2021-06-17 22:06:27   ÎZMÎR - Di rapora vekolanê ya cihê bûyerê ya derbarê êrîşa çekdarî ya li hemberî avahiya HDP'ê de, hatiye diyarkirin ku Denîz Poyraz bi 6 guleyan hatiye kuştin.    Kesê bi navê Onûr Gencer ê 27 salî, îro danê sibehê bi çekê avêt ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û li avahiya partiyê xebatkara partiyê Denîz Poyraz a 38 salî kuşt.    Piştî bûyerê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rapora vekolanê ya cihê bûyerê bi dest xist.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku kujer çek berdaye wêneyê Sebahat Tûncelê yê li avahiya partiyê daliqandî û odeya hevserokan ku deriyê wê qufilkirî bûye. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku ode hatine belawelakirin û cam hatine şikandin û ji ber ku cihê bûyerê mezin bûye û pir hatiye belawelakirin, tespît bi awayekî giştî hatine kirin.    Di raporê de wiha hatiye gotin: "Her wiha talîmat hatiye dayîn ku koma vekolandinê ya cihê bûyerê ya midûriyeta polîsan, dîmenan bigire, krokiyê çêbike, materyalên ku têkiliya wan bi bûyerê re hene tespît bike, li ser cenaze û cihê bûyerê şopa tiliyan bigire, ji bo lêkolîna biyolojîk kincên kesa mirî wergire. Koma vekolandinê ya cihê bûyerê, li gor talîmatan tevgeriyaye."    6 GULLE    Di raporê de hatiye diyarkirin ku li serê Poyrazê birînek, li çoka wê ya çepê û çîma wê ya çepê jî 4 birîn û li çîma wê ya rastê jî 2 birînên ji ber gulleyên çekê hene.    DÊ ATK RAPORA BERFIREH AMADE BIKE    Hat diyarkirin ku dê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî rapora otopsiyê ya berfireh amade bike.    MA / Sevda Aydin - Nacî Kaya