Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da 2021-06-17 23:11:21   AMED - Karker Nesîh Cengîz ku di atolyeya brîketan de dixebitî, ket ber makîneya xercê û jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Bismil a Amedê karker Nesîh Cengîzê 29 salî ku di atolyeya brîketan de dixebitî, gava makîneya xercê paqij kir ket ber perwaneya makîneyê û jiyana xwe ji dest da.