ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-18 09:00:10   * Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz got: “Sê zarokên min xistin girtîgehê, Denîza min jî ji me sitendin.” Bavê Denîzê, Abdurîllah Poyraz jî got: “Li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene.”    * Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyonên TSK’ê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dan û ev bang li PDK’ê kirin: “Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bike.”   * Rêveberên rêxistinên sivîl ên Wanê bertek nîşanî êrişa ser avahiya HDP’a Îzmîrê dan û diyar kirin ku berpirsyarê êriş û qetilkirina Poyraz tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye.    * Dayikan nerazîbûna xwe ya ji bo PDK'ê nîşan dan ku daxilî nav operasyona derveyî sînor aTirkiyeyê bûye. Dayikan bang li Barzanî kir û xwestin nebe şirîkê vî şerî.    * Li Amedê ji ber hişkesaliyê, hema bibêje bi navê hilberîna hungiv tiştek nema. Yekîtiya Mêşvanan xwest alîkariya sektora wan bê kirin.    * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji girtîgehê bang li gel kir û got: "Heger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin, em ê tecrîdê bişikînin û azad bibin."    * Sewalvanan, ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm êdî nikarin heywanên xw exwedî bikin û wan difiroşin.    * Cihoka Şamranê ku dirjahiya wê 51 kîlometre ye û wekî nuwazeya endezyariya avê ya cîhanê hatiye qebûlkirin, niha ji ber bermayiyan bûye sergo.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 102'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja 5'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (09.30)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir têkildarî serdana xwe ya li Dersimê di navbera 18-24'ê hezîranê de pêk bînin wê li avahiya HDP'a Dersim daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)   * Wê li gelek bajaran têkildarî qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz a li Îzmîrê, daxuyanî werin dayîn. (12.00-19.00)   * Cenazeyê Deniz Poyraz a duh li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, wê bi merasîmekê li Kadîfekaleyê were veşartin. (17.00)