Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in 2021-06-18 09:04:44 AMED - Dayikan nerazîbûna xwe ya ji bo PDK'ê nîşan dan ku daxilî nav operasyona derveyî sînor aTirkiyeyê bûye. Dayikan bang li Barzanî kir û xwestin nebe şirîkê vî şerî.  Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe, operasyona derveyî ya sînor a Tirkiyeyê ji 23'yê Nîsanê ve didome. Ji ber ku PDK jî di vê operasyonê de alîkariya Tirkiyeyê dike, gelek derdor nerazîbûna xwe tînin ziman. Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane bertek nîşanî PDK'ê dan ku li cem TSK'ê ye.    ‘ÊN DIMIRIN KURD IN'    Emîne Okşamak ku keça wê Şehnaz Okşamak di 25'ê Îlona 2020'î de li Herêma Kurdistana Federe di êrîşeke hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye, got: "Pêşmerge jî kurd in, lê radibin bi Tirkiyeyê re dibin yek û bera zarokên me didin. Gava em di televîzyonê de çav bi vê diekvin pir li zora me diçe, kezeba me dişewite, em dimirin. Em bang li Barzanî dikin, bila birakujiyê neyne serê me. Ew jî wekî me ne, em hemû yek in. Bila van êrîşan neke. Ên di vî şerî de dimirin kurd in."    ‘HÊVÎDAR IM BARZANÎ POŞMAN BIBE'    Okşamak, bertek nîşanî dostaniya Barzanî û Tirkiyeyê jî û got: "Hêvîdar im Barzanî ji ber van kirinên xwe poşman bibe. Di vî şerî de keça min jiyana xwe ji dest da. Lê dîsa jî em tim li ber televîzyonê ne. Ez dibêjim qey hê jî keça min şer dike. Xwedê alîkarê wan be, ên li wir jî zarokên min in. Em dixwazin gelê kurd bi yek be. Banga me ji bo gelê kurd e; bibin yek. Bila bi yek bin ku şerê birakujiyê nedome. Heger kurd bibin yek, dê bi ser bikevin."    ‘EM BIBIN YEK'    Fatma Kirmaz a 56 salî ku di 14'ê Gulanê de kurê Omer Kirmaz li Licê jiyana xwe ji dest da, got: "Ê Erdogan jî û Barzanî jî wind abikin. Li zora me diçe ku Barzanî û Tirkiye bûne yek û êrîşî kurdan dikin. Heger kurd bi yek bin, niha em bi ser ketibûn. Zarokên me şehît bûne, lê hê jî em 24 saetan li ber televîzyona ne. Ên li wir şer dikin hemû zarokên me ne. Bila Barzanî xiyanetê li me neke. Êdî bila bibin yek û dilê dayik dax nedin. Lê çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin ji lew re em xwedî wê bîr û bawerî û wêrekiyê ne."