Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin 2021-06-18 09:04:46 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji girtîgehê bang li gel kir û got: "Heger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin, em ê tecrîdê bişikînin û azad bibin."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku parlementeriya wê hat betalkirin û 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên 204 roj in li dijî tecrîdê didomin.    Guven, di nameya xwe de ku ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê şandiye, wiha dibêje:    "Gelê me yê hêja,    Berî her tiştî ji warê Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, ji zindana Xarpêtê ya ku hevrê Sakîne cara ewil lê hat girtin, bi rêzdarî we silav dikim. Dayikên me yên di vê berxwedana ku nêzî 50 sal in bênavber didome de, çi madî çi manewî heyînên xwe yên biqîmet bi comerdî di vê rêçê de fida kirine... Ez silavên xwe ji we re dişînim, destên we radimûsim. Dayikên hêja, heger ji bo siberojên azad bedêl bivê, we bedêleke zêde daye. Lê wer xuya dike ku muqtdîr qîma xwe bi van bedêlên giran naynin. Wer xuya ye, lêgerîna Dayika Berfo ku heta kêliya dawî li hestiyên kurê xwe geriya, li Zindana Amedê qîrîna Sakîna Arat, dayika fedekar ku ji ber bi tirkî nizanibû tim ji kurê xwe re digot 'Kamber Ateş, nasilsin?', qîrîna dayika Xalîse ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re şandin û qîrîna Emîne Şenyaşar ku daye dû edaletê, têra wan nekiriye û çavên wan li bedêline din in. Îqtidara faşîst a AKP-MHP'ê ji dêvla ku bi vê hêza xwe ya îqtidarê çare peyda bikirana, lê rabûye êşên Dayikên Amedê suîstimal dike û dixwaze pirsgirêka kurdî kûrtir bike. Halbûkî her ku ew di bêçareseriyê de israr dikin, em ê hîn mezintir dibin, êşên mê dibin hêz û em dibin gelê herî polîtîk û rêxistinbûyî yê Rojhilata Navîn. Em êşên xwe dicebirînin, rêya xwe didomînin. Ji lew re em baş dizanin ku di dawiya vê rêya zehmet de jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li benda me ye.   EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN   Gelê me yê hêja,    Wekî hûn jî dizanin, li hemû deverên kurd lê dijîn pêngava 'Dem dema azadiyê ye' didome. Gelê kurd û dostên wan, li qadan daxwazên me diqîrin. Diqîrin ku nêzî 50 milyon kurd bê statu ne û ev yek êdî nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan, diyar dike ku 22 sal e tê tecrîdkirin, lê dîsa jî ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî mayinde bê çareserkirin li muxatabekî digerin, lê dewlet cidî tevnagere. Ne Birêz Ocalan, ên ku xwe bi pirsgirêka kurdî xwedî dikin, dibin sedema neçareserkirin û kûrbûna pirsgirêka kurdî. Pêngava ku bi van daxwazan dest pê kiriye, bi biryardariyeke mezin didome. Di vê çarçoveyê de li girtîgehan bi deh hezaran girtiyên polîtîk gotin 'dem dema azadiyê ye' û ji 27'ê Mijdara 2020'an heya niha di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Hûn jî dizanin ku di dîroka têkoşîna me de, zindan berpirsiyariya xwe ya ji bo we gelê meyê biqîmet tim bi fedekarî aniye cî. Lewma gelê kurd Mazlûm Dogan, rojiya mirinê ya mezin ya 14'ê Tîrmehê, Çaran, Sakîne Cansiz, Zulkuf, Ayten û bi sedan lehengên ciwan qet ji bîr nekiriye. Niha bi hezaran kes daxilî vê çanda zindanê ya bi wêrekî bi ser mirinê de diçe, bûne. Hûn jî baş dizanin ku li girtîgehan ji bo çalakiyê ji xeynî bedena girtiyan tu derfeteke wan a din tune ye. Ê ku dengê me ragihîne derve, hûn malbat û gelên me yê hêja ne. Helbet em dizanin hûn ji aliyê faşîzmekê ve hatine dorpêçkirin. Lê em baş dizanin bi salan e hûn ji heqê gelek dorpêç, astengî û tarîtiyan derketine. Hê tu hêzeke ku xwe li ber hêza gel ragire nehatiye dahênandin. Ji lew re gel hêza xwe ji rewabûna daxwazên xwe digirin. Ji ber vê yên ku li derve bibin dengê me û nefesa me, hûn in. Ji bo daxwazên mafdar ên ewladên me bibin rojev, em baş dizanin ku çi ji destê we bê hûn ê bikin. Di vî warî de tu şik û guman tune ye. Eger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin, em ê tecrîdê bişikînin û azad bibin. Bi rastî jî ew roj pir nêzîk in. Em ê bi moral û biryardariyeke xurt ji heq vê derkevin û bi ser bikevin. Em bang li gelê me yê hêja dikin ku bi hewildaneke mezin xwedî li berxwedana zindanan derbikeve.   Li ser navê girtiyên jin ên li Xarpêtê Leyla Guven"