Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin 2021-06-18 09:04:49 STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyonên TSK’ê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dan û ev bang li PDK’ê kirin: “Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin.” Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê di 23’yê Nîsanê de hat destpêkirin, dewam dike. Hem bertekên li dijî operasyona Tirkiyeyê û hem jî tevlîbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya operasyonê didomin.   Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bang li PDK’ê kirin û gotin, li şûna Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi Kurdan re hereket bike.    Endama înîsiyatîfê Bîrgûl Muhîkanci, bertek nîşanî operasyona TSK’ê da û wiha axivî: “Em dayik her tim alîgirê aştiyê ne. Her tim dibêjin şer, lê exlaq, rê û rêbazên şer jî hene. Bi salane zarokên me bi bombeyan û çelkên kîmyesî dikujin. Zarokê min jî bi çeka kîmyewî kuştin. Ligel vê yekê ez aştiyê dixwazim. Hevkariya KDP’ê ya bi Tirkiyê re tê wateya xiyanetê. Divê PDK li çar parçeyên Kurdistanê, Kurdan li gel hev bigire.”    ‘ÇIMA BERÊ ÇEKÊ LI KURDANE?’   Dayika aştiyê Saîme Kipçak jî, da zanîn ku divê PDK berê çekên xwe ne da Kurdan û wiha got: “Pêwîste ku ji bo yekitiya Kurddan bi xebite. Niha berê çekên xwe dane gelê xwe, hevalên xwe, xwiş û birayên xwe. Ji vê derê em pirs dikin, hûn çima her tim berê çekên xwe didin Kurdan?”    ‘HEDEFA DI RÊZÊ DE PDK YE’   Kipçak, da zanîn ku niha hedefa TSK’ê PKK ye, lê sibe wê berê çeka xwe bide PDK’ê. Kipçak, dest nîşan kir ku PDK, niha li ser kursiyek yek lingî rûniştiye û ev nirxandin kir: “Ger PDK wiha dewam bike, wê dûr were wê jî. Divê PDK ne li dijî gelê xwe, bi gelê xwe re tevbigere. Divê şerê navxweyî çênebe û helwestên wiha jî bi bên bi dawî kirin.”   Hediye Aydin jî, diyar kir ku divê Kurd dakevin kolanan û bertekan nîşanî operasyonê bidin. Aydin, anî ziman ku zarokên wan ji bo wan canê xwe feda dikin û wiha got: “Divê em xwedî mîrateya wan derkevin. Ger em bertek nîşan nedin, sibê wê dîsa zarokên me yên bên dinê, dê ji destên me bigirin. Êdî bese. Bila dayik rabin ser piyan. Heya kengî emê di malên xwe de rûnin. Kesên bi wijdan, tu carî van êrişan qebûl nakin.”    ‘EM PÊŞENGTIYÊ BIKIN’   Ayşe Sarihan jî, bi bîr xist ku şer ne çareseriye û wiha bang li rêveberiya PDK’ê kir: “Neyin lîstikê. Tirkiye dixwaze di navbera Kurdan de şerê navxweyî derbixe. Li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd xwiş û birane. Li dijî hemû talûke û gefên li ser Kurdan divê em bibin yek. PDK, ji dêvla ku li dijî Kurdan şer bike, bila pêşengtiya aştiyê bike. Li şûna Erdogan, bi Kurdan re hereket bikin.”    MA / Mehmet Aslan