Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e 2021-06-18 09:50:22 ÎZMÎR - Dayika Deniz Poyraz, Fehîme Poyraz got: “Sê zarokên min xistin girtîgehê, Deniza min jî ji me sitendin.” Bavê Denizê, Abdulîlah Poyraz jî got: “Li dijî zilmê bi hezaran Deniz hene.”    Kujer Onur Gencer ê li Sûriyê hatiye perwerdekirin, duh bi ser avahiya HDP’a Îzmîrê de girt û hundir gulebaran û endama HDP’ê Deniz Poyraz jî bi 6 guleyan qetil kir. Dayik û bavê Deniz Poyraz, Fehîme û Abdulîlah Poyraz ji ajansa me re axivîn.      ‘TU ÇIMA EWQAS ZAROK WELIDANDIYE’    Fehîme Poyraz diyar kir ku ew dayika 9 zarokan e û bi salan berê dema hatiye binçavkirin polîsan jê re pirsa “Te ewqas zarok ji bo çi welidand?” jê kirine û wiha got: “Dewletê 25 sal berê vê yekê ji min dipirsî. Pişt re sê zarokên min xistin girtîgehê. Deniza me jî ji me sitendin.”    KEÇA GELÊ KURD E    Poyraz destnîşan kir ku Denîz keça gelê kurd e û got: “Em pê serbilind in.” Poyraz da zanîn ku tevî astengiya polîsan jî cenazeyê keça xwe dîtiye û wiha got: “Ez çûm min çavreşa xwe dît. Gule bera serê wê û sînga wê dane. Min eniya keça xwe ya di nava xwînê de mabû maçî kir.”    ‘TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ’    Poyraz destnîşan kir ku gelê kurd xwedî li Deniz derdikeve û wiha got: “Li ber Saziya Tiba Edlî bi sedan polîs sekinandibûn. Xelk xwedî derket lewma tiştek nekirin. Ez dayika girtiyan û şehîdan im. Deniz êdî tenê ne keça min e. Xebatkara partiya xwe bû. Keça min tevlî karwanê şehîdan bû. Şikir xwedê re serê min bilind e.”    ‘EM DEYNDARÊ VÎ XELKÎ NE’    Bavê Denîz Poyraz, Abdulîlah Poyraz jî wiha got: “Li dijî zilmê bi hezaran Deniz hene. Keça min ji wan keç û xortên kurd ku bi kîmyewî kuştine ne cuda ye. Keça min ji Sêvêyan, Pakîzeyan ne cuda ye. Lokman Bîrlîk bi pey panzêrê ve kaş kirin. Keça min ji wan ne cuda ye. Mehmet Tûnç şehîd xistin, Deniz ji wî ne cuda ye. Em çi jî bikin kêm e. Em hêj ji vî gelî re deyndar in. Em çiqas bedel bidin jî deynê me ji bo vî gelî naqede.”    ‘DAXWAZIYA MIN YEKÎTÎ YE’    Poyraz gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Şehîda me hemûyan e. Daxwaziya min ji xelkê me ew e ku em bibin yek û yekîtiya me çê bibe. Bila serê gelê kurd û HDP’ê sax be. Ji destê Tayyîp û koma wî were wê êrişî tevahiya Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê bike. Wê ji ber têkoşîna gelê kurd bi ser nekevin.”    MA / Nacî Kaya