Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e 2021-06-18 10:02:41   WAN - Nûnerên rêxistinên sivîl ên Wanê bertek nîşanî êrişa ser avahiya HDP’a Îzmîrê dan û diyar kirin ku berpirsyarê êriş û qetilkirina Poyraz tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye.    Êrişkarê bi navê Onur Gencer ku li Suriyeyê hatiye perwerdekirin duh di saetên serê sibê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê endama partiyê Deniz Poyraz qetil kir. Bertekên li dijî qetilkirina Poyraz didomin. Nûnerên rêxistinên civakî yên û partiyên siyasî yên li Wanê diyar kirin ku berpisyrarê êrişê tifaka AKP’ê û MHP’ê ye.    KESK: EM Ê LI DIJÎ PERGALA FAŞÎST TÊBIKOŞIN   Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Wanê û Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Wanê Mûrat Atabay têkildarî êrişê wiha got: “Ez li ser navê Platforma Şaxan a KESK’a Wanê êrişa li ser avahiya HDP’ê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Em wan kesên ku ev êriş pêkanîne baş nas dikin. Kesên ku axatiya faşîstan dikin, berpirsyarên vê komkujiyê ne. Li dijî komkujiyên van em paş ve gavê naavêjin. Kesên ku her çalakiya HDP’ê dorpêç dikin qetilkirina xebatkara HDP’ê temaşe kirine. Di komkujiya Pirsûs, Enqere û Amedê de çawa temaşekirin, dîsa temaşe kirine. Bila vê baş bizanin ku em natirsin. Li dijî vê pergala faşist, li dijî axayên wan em ê li her derê têbikoşin.”   ODEYA TABÎBAN: GELEK XETERNAK E   Serokê Odeya Tabîban ê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî diyar kir ku êrişa pêk hatiye li dijî aştî û demokrasiyê pêk hatiye û wiha got: “Di vê bûyera qewimî de berpirsyariya kesên ku HDP’ê hedef nîşan didin gelek mezin e. Ev bûyer gelek xeternak e. Divê kesên di hin meqamên girîng de cih digirin di gotinên xwe yên li dijî partiyên siyasî de gelek baldar bin. Ev nêzîkatî di civakê de vedigerin êrîşa ser partiyeke siyasî. Ev jî dibe sedemê ku xebatkareke partiyeke siyasî jiyana xwe ji dest bide. Em vê bûyerê şermezar dikin.”   HDP: EM Ê HESAB BIPIRSIN   Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî da zanîn ku di encama hedef nîşandana AKP, MHP û organên wan yên çapemeniyê de bûyera Îzmîrê pêk hatiye û wiha axivî: “Ev êriş hişmendiya desthilata ku bûye çete û mafya ye. Desthilat, kesên ku bîatî wan neke weke dijmin nêzîk dibe. Di encama vê de jî di avahiya me ya Îzmîrê de hevrêya me hat qetilkirin. Bedelê wê çi bibe bila bibe em li dijî vê hişmendiya faşîst têbikoşin û em ê hebin. Em ê têkoşîna xwe li her derê li her qadê bilind bikin. Kesên ku hevrê Denîz qetilkirin bila ji bîr nekin ku em ê hesabê bipirsin.”   DBP: EM Ê XWE BIPARÊZIN   Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî destnîşan kir ku gengaz e ku wêneyê êrişker û rayedarên dewletê li cem hev derkevin holê û wiha got: “Em vê êrişî bi awayekî herî tund şermezar dikin. Ev êriş ne ya ewil e wê ne bibe ya dawî jî. Berpirsyarê vê bûyerê desthilata ku provakatoran dişîne li pêş avahiya me ye.  Em bi dorpêça polîsan dikevin avahiyên xwe. Ji bo daxuyaniyeke me ya çapemeniyê bi sedan polîs tên lê êrîşkar li Îzmîrê destê xwe dihejîne, dikeve avahiya me û hevrêya me qetil dike. Ev kes tenê nîne ev bûyer bi awayekî organîze kirî hatiye kirin ev vekiriye. Em van faîlên vê bûyerê ji salên 90’an ve nas dikin. Dixwazin qirêjiyên xwe yên ku Peker aşkera kirin bipeçinin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin û em ê li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin. Bila her kes vê bizane, li cihê pêwîst em ê xwe biparêzin.”   OHD: EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN   Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Erhan Çîftçîler destnîşan kir ku faîlê bûyerê yek kes nîne, sûcekî hatiye organîzekirine û wê şopdarên bûyerê bin. Çîftçîler bi lêv kir ku ji ber rewşa darazê ya niha darizandineke bêalî çênabe û wiha got: “Heke faîlên vê bûyerê derxînin holê û darizînin wê demê em ê bibînin ku rastî jî darizandinek tê kirin. Lê tenê ev faîl were darizandin ev dê bibe darizandineke şeklî. Em vê darizandina şeklî qebûl nakin. Em êrîşî şermezar dikin. Bila vê jî bizanin ku parêzerên kurdan û rayagiştî ya kurdan li dijî vê serê xwe natewîne. Em xelasnebûn, xelasnabin û em ê her tim hebin. Em ê weke OHD şopdarên vê bûyerê bibin.”   MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê: EM FAÎLAN DIZANIN   Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Çetîn Temel jî diyar kir ku faîlan baş nas dikin û wiha axivî: “Ev êrişeke desthilatê û MHP’ê ye. Weke her carê nikarin li hemberî HDP’ê bisekinin, êrişî avahiyên me dikin û hevala me şehîd dikin. Bila bizanin ku em faîlan dizanin û em ê faîlan derxînin holê. Ji bo ku em van êrişan vala derxînin bang dikin ku hemû ciwan werin di qadên demokratîk de têbikoşin.”