Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin! 2021-06-18 10:27:31 STENBOL - 12 rêxistinên hiqûqê derbarê qetilkirina xebatkara HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz de daxuyaniyek hevpar dan û bi gotina “Em qatilên Denîz nas dikin” Wezareta Karên Hundir weke berpirsiyar nîşan dan.   12 rêxistinên hiqûqê derbarê qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz (38) a duh di êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ya ji aliyê Onur Gencer (27) pêk hat de, daxuyaniyek hevpar dan.   Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Piştevaniya Parêzeran, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Stenbolê, Koma Parazvanên Hemdem, Hemdem, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Parêzerên Beşdarvan, Hiqûqa Civakî, Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parêzerên Demokrastîk Azadîxwaz û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî bi sernafê “Em qatilên Denîz nas dikin, emê teslîmî bêhiqûqiyê nebin” daxuyaniyek hevpar dan.    Daxuyaniya hat dayîn wiha ye:    “Bloka desthilatdariyê, di serî de HDP hewl dide hemû beşên mûxalîf çav tirsandî bike û gefan li wan dixwe. Her roj di weşanên zindî de HDP’ê terorîze dike. Gotinên wan ên wiha pêşiya qetilkirina Denîz vekirin. Îro li Îzmîrê, êrişa li dijî avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz bi zanebûn hatiye organîze kirin.   BERPIRSIYAR WEZARETA KARÊN HÛNDIRE   Wezareta Karên Hûndir îro berpirsê êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraze. Em vê bûyerê ji komkujiya Gara Enqerê, Pirsûsê, Amedê û komkujiyên din nas dikin û baş dizanîn.   EM SOZ DIDIN   Em soz didin ku heya roja kujer û teşwîqkerên Denîz Poyraz qetil kirin li pêş dadgehek serbixwe bên darizandin, em ê tekoşîna xwe dewam bikin.”