Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin 2021-06-18 10:42:00 ERZIROM - Polîsan li Qereyaziyê bi ser dawetekê de girt û Safet Polat ê cilên netewî li xwe kiribû, binçav kirin.    Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê di 9’ê hezîranê de daweta Safet Polat hat lidarxistin. Polîsan bi ser dawetê de girtin û Safet Polat binçav kirin. Karwanê wesayîtên dawetê ji Xinûsê derket û di ketina Qereyaziyê de ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan bi hêceta plaka erebeyê xuya nake 551 lîre cezayê pere li xwediyê dawetê birîn.    ZAVA BINÇAV KIRIN!   Polîsan pişt re bi ser eywana dawetê de girtin û Safet Polat ê zava bi hêceta cilên netewî lixwe kiriye binçav kirin. Li Miduriyeta Polîsan a Qereyaziyê polîsan pirsa “Te çima van cilan li xwe kiriye” ji Polat kirin. Di hêceta binçavkirina Polat de wiha hat gotin: “Li Eywana Dawetê ya Anter hatiye tespîtkirin ku kesê cilên leşkerî û meqapê li xwe kiriye hatiye binçavkirin.”    Polat di îfadeyên xwe de destnîşan kir ku cilên li xwe kiriye herêmî ye û ev yek nabe sûc. Piştî îfade hatin girtin, Polat serbest berdan.