Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin 2021-06-18 10:51:43   ÎZMÎR - Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku êrişa li ser HDP’ê pilan kiriye û got bi xwedî derketina HDP’ê êriş û provakasyon dikarin bên astengkirin.    Êrişkar Onûr Gencer ê li Sûriyeyê hatiye perwerdekirin di êrişa ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir. Gencer, di avahiya partiyê de gule berdan hemû odeyan û zirar da alavên hundir. Rêveberên HDP'ê piştî lêkolîna cihê bûyerê ketin hundir, çavdêrî kirin.    Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû yê li avahiya partiya xwe ya Îzmîrê lêkolîn pêk anî da zanîn dema wan Doza Kobanê dişopandin agahî girtin û bi lez û bez hatine Îzmîrê.    ‘POLÎS JI BO ÊRIŞKARAN BIPARÊZIN LI WÊ DERÊ NE’   Kenanoglû anî ziman ku di ferqê de ne ku gengaz e provakasyonên bi vî şiklî yên ser HDP’ê bên kirin û wiha got: “Em gelek bi hêrs in. Dema em hatin vir dîmenekî ku hêrsa me zêdetir bike jî me dît. Konên provakasyonê yên li rex avahiya partiya me hatine danîn, di bin parastinê de ne. Lê hinek destên xwe dihejînin, tên partiya me û mirovên me qetil dikin. Li pêş avahiyên hemû navçe û navendên me polîs hene. Lê heta niha em dibînin ku polîsên li wê derê disekinin ne ji bo HDP’ê biparêzin li wê derê ne. Polîs ji bo parastina êrişkaran li wê derê ne."    ‘DIVÊ MÛXALEFET XWEDÎ LI HDP’Ê DERKEVE’   Kenanoglû, diyar kir ku daxuyaniyên piştevaniyê yên ji mûxalefetê tên kirin têra nakin û wiha axivî: “Tişta ku van çeteyan bide sekinandin ne daxuyanî ne, divê herkes li HDP’ê xwedî derkeve. Encax bi vî awayî ev provakasyon û komkujî dikarin bên sekinandin. Divê rayagiştî ya demokratîk bi awayekî hêzdar xwedî li HDP’ê derkeve.”   GEL XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERKET   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Konaka Îzmîrê Hayat Îzgî jî destnîşan kir ku tişta qewimî komkujî ye û wiha got: “Komkujî pêkanîn lê hêrsa gel bilind bû û bi hezaran mirov daketin pêş avahiya HDP’ê û xwedî li partiya xwe derketin.”   QEREQOL JI BO HÊSANKIRINA ÊRIŞAN HATIYE AVAKIRIN   Hevserokê HDP’a Konakê Fîkret Zengîn jî diyar kir ku beriya niha bi mehan gotine wê provakasyon çêbibe û wiha axivî: “Bi rojan me li pêş avahiya xwe nobet girt. Ji ber ku li vir qereqolek hatibû avakirin. Armanca avakirina vê qereqolê ji bo ku êrişan hêsan bikin û faîlan biparêzin bû. Tê dîtin ku dema faîl derdikeve derve tê parastin. Ev faîl hatibû ku hemû HDP’iyan qetil bike. Parlementer û rêveberên navenda me wê bihatana. Kesek nikare tena serê xwe vê pilanê bike. Li pişt vê êrişê dewlet heye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu car nikarin me bêdeng bikin. Em ê ji vî welatî re aştî û demokrasiyê bînin.”